Amed ji bo mitînga 8’ê Adarê amade ye
- jin
- 10:20 07/3/2020
Li Amedê sibê dê sazî û rêxistinên jinan mitînga 8’ê Adarê li dar bixin. Amadekariyên mitîngê ber bi dawiyê ve diçe û jin ji bo mitîngê hatin vexwendin.
Li Amedê sibê dê sazî û rêxistinên jinan mitînga 8’ê Adarê li dar bixin. Amadekariyên mitîngê ber bi dawiyê ve diçe û jin ji bo mitîngê hatin vexwendin.
Fadîme Polat, di warê muzîka kurdî de zarokan perwerde dike û sentûrê hînî wan dike. Polat, anî ziman ku jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin.
Wê li Edeneyê jin, li dijî şer û zayendparêziyê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan. Jinan ji b mîtînga 8'ê Adarê gazî kirin û xwestin qanûn û peymanên heyî pêk bên.
Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, diyar kir ku hevşaredarî nîrvanayeke û got, divê jinn tirkiyeyî hemû xwedî li vê pergalê derkevin û bi mafê temsîliyeta wekhev di nav siyaset û jiyanê de cih bigirin.
Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe amede dikin ku dakevin qadan, li Riha, Amed, Antalya, Colemêrg û Wanê di çalakiyên 8'ê Adarê de bang li jinan kirin.
Li Zanîngeha Dîcleyê xwendekarên jin têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şahî li dar xistin.
Li gorî lêkolînekê ku hat kirin, di nava dîrokên 1'ê Çile tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatiye serwîskirin. Di lêkolîna hat kirin, hat diyar kirin ku pir kêm bûyerên tundiyê di çapemeniyê de tên dayîn
Jinên bi navê S., K., û A. ji aliyê hevjîn, hevalên wan zilam û kesên derdora xwe ve bi darê zorê xistine nava tora fihûşê. Her sê jinan diyar kirin ku tora fihûşê bi destê dewletê bi zanebûn li ser civakê ango jinan tê ferzkirin û qala ew çawa ketine nava vê çerxê kirin.
Akademisyena femînîst Dr. Fairouz Recham, diyar kir ku li Bakurê Efrikayê têkoşîna li dijî mêtîngeriyê bi têkoşîna jinê bi ser ketiye û got: "Her çi şoreşa ku têkoşîn û vîna jinê esas negire bi ser nakeve.
Ji jinên di çalakiyên “Berxwedana TEKEL’ê” de cih girtin Hulya Ardûç û Sevîm Yolerî, têkoşîna di wan rojan de dayîn vegotin û bang li jinan kirin ku beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.
Platforma Jinay a Dîcle Amedê, der barê 8’ê Adarê de şahiyek li dar xist. Di şahiyê de şanoya bi navê ‘Jiyan’ hat lîstin.
Meclîsa Jinê ya HDP’ê, encamnameya yekemîn civîna derbarê serdema nû de pêk anî aşkere kir. Jinan di encamnameyê de, diyar kirin ku ew ê bi şîara “Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin” li qadan bin.
Yek ji dildarên Mor Çati Ayşegul Ozadak, derbarê pirsgirên jinan ên di stargehan dijîn de axivî û got: “Jin di stargehan de mîna ku sûç kiribin tên cezakirin. Ji ber pirsgirêkên di stargehan de tên jiyîn, jin ditirsin ku serlêdan bikin.”
Li navçeya Pulurê Aysel Gîdrîk, ji xwe re tezîxaneyek biçûk vekiriye û şelwar, çente hwd. didirû û pê debara xwe dike. Her çend Gîdrîk jî nesîbê xwe ji krîza aborî girtiye, lê dîsa jî dibêje ew ê dev ji hilberînê bernede.
Nûran Ozkan, diyar kir ku ji bo pirsgirkên jinan hel bikin Platforma Jina ya Bornovayê ava kirine û got: "Werim em bi hev re li hemberî krîz, betalî, taciz, tecawiz û komkujiyan têkoşînê bilind bikin. Ne tirsê kêfxweşiyê, ne fikaran hêviyê parve bikin."