Wê Komeleya Jinê ya Starê li dijî şidetê bitêkoşe
- jin
- 09:19 20/3/2020
Endama Komeleya Jinê ya Starê Civaknas Aslihan Şedal, ji bo têkoşînê bang li hemû kesên dibêjin "Şideta li dijî jinê pirsgirêka min e jî" kir.
Endama Komeleya Jinê ya Starê Civaknas Aslihan Şedal, ji bo têkoşînê bang li hemû kesên dibêjin "Şideta li dijî jinê pirsgirêka min e jî" kir.
Piraniya nifûsa navçeya Hewangê jin in, lê belê xebatkarên şaredariyê giş zilam in.
Komeleya Jinê ya Rosayê, diyar kir ku ji ber vîrusa coronayê navberê didin xebatên xwe û got: "Di vê pêvajoyê de em ne li gel hev bin jî em bi rih û piştevaniya xwe li gel hevdu ne û em ê piştevaniya xwe mezin bikin. Bi ketina malê dê bêtir keda jinê ku nayê dîtin bê xwarin û binpêkirin. Vekişîna malê bêtir me dixe nava fikaran."
Beyan Behramî (41) jineke ji bajarê Sînê yê Rojhilat e. Behramî hunermendeke ku ji qartonên hêkan, bi zelîqokê û arvanê garisan maskan çê dike. Bi boneya 8’ê Adarê û ji bo Newrozê, pêşengehek bi navê “Maskên Diaxivin” ya ku hestên jinan temsîl dike li Galeriyayê vekir. Behramî, got: “Di her maskekî de çîroka jinekî heye.”
Jinên ku di saziyên Elewiyan de cih digirin, ji bo ku di bawerî û rêveberiyê de wekhevî pêk bê, Platforma Jinê ya Elewî ya Îzmîrê ava kirin.
Olcay Senem ku li Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Qersê hatibû tacîzkirin, got li gel ku bi ser gilîkirina wê ya li dozgeriyê re 2 sal derbas bûye jî tu bersivej jê re nehatiye dayîn.
Hat îdîakirin ku gundekê Midyadê jina bi navê Aygul A. xwe kuştiye.
Bi hezaran jin bi minasebeta 8'ê Adarê li bajarên Şehba, Qamişlo, Reqa, Hesekê û Minbiçê kom bûn û şahî li dar xistin. Jinan di şahiyê de diyar kirin çirûska ku jinan pê xistiye, venamire û tevahiya cîhanê ronî dike.
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, di mitînga 8'ê Adarê ya Êlihê de diyar kir ku ji bo yekitiya neteweyî ya kurdan berpirsyariya dîrokî ya jinan heye û wiha got: "Em jin ji bo vê yekê amade ne, ya em ê pêk bînin an em ê pêk bînin."
Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê bi dirûşmeya "Em li dijî qeyran û tundiyê serî hildidin, li hemû cîhanê li ser piyan in" şahiyek li dar xist. Jinan di şahiyê de peyama " Dema ku îqtîdara mêrê desthilatdar xwe davê ser me, em jin xwe davên milê jinên herî nêzî xwe. Em bi piştevaniya jinê barîkata ku kes nikare derbas bike ava dikin."
Berdevka Meclîsa Jinan HDP a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di şahiya jinan a li Wanêde axivî û diyar kir ku siyaseta ku jin têde tune be demokratîk nabe û wihagot: "Em ê li dijî tecrîd û şer aştiyê bi rêxistin bikin."
Çagla Yolaşan, di şahiya Paltforma Jinan a Dersimê de diyar kir ku jin bi xwedîderketina jiyan, ked, laş û nasnameya xwe qadan têje kirine û aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ku nêzî 2 mehan e winda ye pirsî.
Li navçeya Qoserê, di çarçoveya 8'ê Adarê de bi hezaran jin hatin gel hev û bak kişand ser têkoşîna ku pêşengiya wê dikin û daxwazên xwe rêz kirin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di mîtînga Jinan a 8'ê Adarê ya li Navçeya Sîlopyayê de axafî u diyar kir ku ji bo jinan bêdeng bikin Dayika Taybet Înan, Sêvê li sîlopî qetil kirin û 3 jinên siyasetmedar li Parîsê qetil kirin û wiha got: "Lê em îro bi coşek mezintir li vir in. Em bêtir bi hêz bûne. Em îro pir bi şens in. Hemû cîhan me temaşe dike. Hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike." Guven bal kişand ser tecridkirina Ocalan û anî ziman ku bahar nêzîk e û aştî bi vekirina deriyê Îmraliyê pêkan e.
Li Wanê, ji bo şahiya ku bû fînala çalakiyên 8'ê Adarê bi sedan jin hatin gel hev. Şahiya ku coş le hakim e, bi govend girtina jinan berdewam dike.