STENBOL - Hevseroka Partiya Volt a Îtalyayê Daniela Pattiyê diyar kir ku Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî girîng bûye û got: "Divê em azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin."
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 6-7'ê Kanûnê de li Stenbolê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî li dar xist. Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di konferansê de hat xwendin, bala gelek kesan kişand. Di konferansê de, ji çareserkirina pevçûnan bigire heta garantiyên mekanîzmayên navneteweyî, gelek mijar hatin nîqaşkirin.
Hevseroka Partiya Volt a Îtalyayê Daniela Pattiyê ku beşdarî konferansê bû, diyar kir ku têkoşîna Kurdan li Ewropayê bi têra xwe nayê naskirin û destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê dikare di vê pêvajoyê de tifaqên nû pêş bixe. Daniela Pattiyê bi bîr xist ku konferans di atmosfereke wiha de pêk hatiye ku daxwaza aştiyê zêde dibe û got: "Ev dikare bibe derfetek ji bo afirandina bernameyek, tifaqek, di navbera Ewropa û tevgera Kurd de da ku bi rastî Tirkiyeyê ber bi aştiyê ve bibe."
‘EWROPA NIKARE BI DENGEKÎ YEKGIRTÎ'
Daniela Pattiyê diyar kir ku Ewropa niha di nava krîzeke mezin de ye û ji ber rewşa xwe ya jeopolîtîk, di mijarên wekî şer, bazirganî û ekolojiyê de nikare dengekî xurt û yekgirtî biafirîne. Daniela Pattiyê wiha domand: "Rewşeke din a aloz girêdayîbûna zêde ya Ewropayê bi Tirkiyeyê re di vê kêliya dîrokî de ye. Sê mijarên tirsnak hene ku YE'yê bi Tirkiyeyê re têkiliyeke pir xurt li ser wan heye: NATO, ango piştgiriya leşkerî; rawestandina koçberan; û TurkStream ji bo dabînkirina enerjî û gazê." Daniela Pattiyê destnîşan kir ku tevî van hemûyan jî ew ji bo guhertinê zextê Ewropayê dikin.
‘DIVÊ ETÎKETA TERORÎSTIYÊ YA LI SER PKK'Ê BÊ RAKIRIN'
Daniela Pattiyê anî ziman ku têkoşîna Kurdan li Ewropayê bi têra xwe nayê zanîn û ev yek jî fêmkirina rewşa aloz a li Kurdistanê dijwar dike û got ku etîketkirina PKK'ê wekî "rêxistineke terorîst" yek ji sedemên vê yekê ye. Daniela Pattiyê got: "Bi devjêberdana têkoşîna çekdarî re, etîketa 'terorîst' a li ser PKK'ê dikare were rakirin û rastiya ku ev pêvajoyeke lêgerîna aştiyê ye dikare were ragihandin. Ez difikirim ku ev tiştekî pir girîng e ku li Ewropayê were zanîn ji ber ku em ji bo têgeha aştiyê şer dikin. Ez difikirim ku em dikarin ji vê pêvajoyê gelek îlhamê bistînin."
TÊKOŞÎNA JINÊN KURD
Daniela Pattiyê bilêv kir ku her çend jinên li Ewropayê bawer dikin ku wan gelek maf bi dest xistine jî, ev qet ne wisa ye, ne di demên berê de û ne jî niha. Daniela Pattiyê anî ziman ku bi bilindbûna rejîmên rastgir re, wan mafê kurtajê winda kiriye û di gihîştina kar û perwerdeyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Danilea Pattiyê wiha pê de çû: "Tiştê ku em di tevgera jinên Kurd de girîng dibînin ev e ku hûn bi rastî vîzyoneke nû, modeleke nû û rêyeke nû ya beşdarbûna di civakê de pêş dixin. Ev tiştek e ku me winda kiriye, ji ber vê yekê bê guman tiştek e ku em dikarin gelek tiştan ji we fêr bibin."
PÊŞNIYAZA TIFAQÊ
Daniela Pattiyê diyar kir ku ezmûnên pevçûna-çareseriyan ên ku di konferansê de hatine nîqaşkirin careke din girîngiya avakirina zext û hevpeymaniyan bi rêya mekanîzmayên navneteweyî destnîşan kiriye. Daniela Pattiyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev pêvajo dikare bibe derfetek ji bo qezenckirina Ewropayê wekî hevalbend. Ji ber vê yekê, hikûmetên Ewropî, nemaze Yekîtiya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û partiyên di nav wê de, dikarin niha hevpeymaniyekê çêbikin da ku pêvajoyeke nû li Kurdistanê jî biafirînin. Lêbelê, ji bo van hemûyan, divê em azadiya Abdullah Ocalan wekî xaleke destpêkê misoger bikin."
MA / Hîvda Çelebî - Bêrîvan Altan
