MÛŞ - Ji rêveberên DBP’ê Rojhat Acar ku polîsan hewl dan bikin sîxur, ev peyam hate şandin: “Kesê di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî. Bêguman em ê rû bi rû biaxivin. An dema tu dimeşî dê agahiya nexşeyê parve bikî û bi rehetî bimeşî, an jî dê rêyên te bi dirî û direhî bin, dê bibin kolanên derketina wê ne û biêş be.”
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mûşê ragihand ku ji rêveberên wan Rojhat Acar di 5’ê Kanûnê de rastî şopandina biisrar û zexta sîxurtiyê ya polîsan hatiye û dê têkildarî mijarê serlêdana sûc bikin. Acar, piştî daxuyaniyê der heqê van polîsan de serlêdana sûc kir. Acar, di serlêdana xwe de cih da peyama polîsan ji wî re şandibûn.
GEF, ŞANTAJ Û PÊŞNIYARA SÎXURTIYÊ
Peyama li serlêdana sûc hatiye zêdekirin ku di 27’ê Mijdarê de ji hêla kesê xwe weke polîs dabû naskirin ji Acar re hatiye şandin wiha ye:
Polîs: Rojhat, tu derdê me bi te re nîne. Tu li ser karê xwe be, tu çima xwe dixî pozîsyona ku ji me birevî. Tu li kar digerî, em jî çi pêwîst bike dê bikin. Tu hewl didî têkevî şaredariyê û ji bo vê rêyê her çi lazim be em dikarin tişta pêwîst bikin û rêya te vekin. Lêbelê heke tu bi vî awayî tevbigerî, dê zirara herî mezin tu bibînî. Dê ne partî li pişt te bimîne, ne şaredarî ne jî rêxistin. Bi me re bimeşe û bila rê ber bi te ve bên birayê min. Aqilane tevbigere û dê ji dostaniya me zirarek negihije te. Lêbelê em ê qebûl nekin ku ber bi îllegalbûnê ve biçî. Du çi dixwazî bike lê bila têkiliya me bi hev re hebe. Bila Mûş xizmetê je te re neke. Em hêzekî wiha pêşkeşî her kesî nakin. Baş bifikire.
Rojhat: Ez naxwazim bi tu kesekî re rê bimeşim. Weke encam ez rêveberekî partiyê me û ne li pey revê me. Ez tenê wate nadim hûn çima di pêvajoyeke wiha xweş de min dişopînin. Ji kerema xwe êdî ji min re nenivîsin.
Polîs: Em ê watedar bikin birayê min ê rêveber. Jixwe armanca me jî ew e ku pêvajo baş bimeşe. Ji çalakiyên tu jî di nav de du roj piştre bila zirar negihije te. Kar, ber bi te ve diherike. Me dît ku tu mirovekî bi aqil î. Kesê di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî. Bêguman em ê rû bi rû biaxivin. An dema tu dimeşî dê agahiya nexşeyê parve bikî û bi rehetî bimeşî, an jî dê rêyên te bi dirî û direhî bin, dê bibin kolanên derketina wê ne û biêş be. Bizane ku hem ji hêla madî hem jî ji hêla manewî ve em ê her tim li cem te bin. Êdî tercîha a te ye.
Rojhat: Ji bo ku we tercîh ji min re hişt, spasiya we dikim.”
Acar, têkildarî mijarê axivî û got ku gelek caran li ser hejmarên şexsî li wî tê geriyan û di bin navê “sihbetê” de bangî emniyetê dikin. Acar, da zanîn ku bûyer, piştî polîsê hatibû cihê karê wî û xwe weke “memûr” da naskirin dest pê kirine û got: “Çendek meh berê ev kes hate cihê karê min. Bi hincetekê hejmara telefona min girt. Piştre hîn bûm ku ev kes polîs e. Êdî dest bi peyamên tacîzê kir. Bênavber digot ‘wereke em rûnin, neçe cem hevalên xwe were cem me.’ Ez çûbûma ku derê dihatin pêşberî min rûdiniştin. Du rojan dema radibûm li ber deriyê min polîs hebûn. Çawa ku derdikevim derve polîs li pey min bûn. Bi taybet jî di 27’ê Mijdarê de şopandin, peyam û geriyan dest pê kirin. Heta dema dimeşiyam li pey min li qorneyê didin û min aciz dikin. Di heman şevê de ji min re peyama ‘Rêyên tu tê de dimeşî bi me re parve bike ku dê pêvajo baş bimeşe. Tu ji Mûşê re xizmetê neke, bila Mûş xizmetê ji te re bike.’ avêtin. Teklîfa kar û derfetên madî kirin.”
Acar, got ku bi van karên sîxûrkirinê re Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hedef tê girtin, ew ê vê qebûl nekin û dê têkoşîna xwe ya li dijî vê mezin bikin.
