NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed El Şara, çû Amerîkayê.
Li gorî nûçeya ajansa ser bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve, Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera gihişt Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA). Beriya serdanê, DYA’ê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî navên Ehmed El Şera û wezîrê wî yên karên derve ji lîsteyên terorê derxistibû.
Li gorî agahiyan, di serdanê de dê tevlibûna hikûmeta veguhêz a nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê were ragihandin û tifaqa bi Îsraîlê re were nîqaşkirin.
