MERSÎN - Meryem Erbey a ku di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe ji dest da, got: "Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî û azadiya Rêbertiyê ye."
Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê ya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê re dest pê kir, didome. Gelek aliyên cîhanê piştgirî da pêvajoyê. Lêbelê, piştgiriya herî mezin ji dayikên ku di pêvajoya şer de zarokên xwe winda kirine û piştî wan têkoşîna xwe wekî Dayika Aştiyê berdewam dikin, hat.
Meryem Erbey a ku di têkoşîna azadiyê de 2 zarokên xwe winda kir. Zarokek wê li Minbicê di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bû û zarokek wê di girtîgehê de ye û zarokek wê jî ji ber zextan “sirgûn” bûye, bibîr xist ku Kurdan bi kêfî çek hilnegirtine û neçûne çiyê û daxwaz kir ku divê dewlet ji bo aştiyê gavên pêwîst biavêje.
Meryem Erbey li gundê Derhem ê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bûye. Meryem Erbey a ku di temenê zaroktiyê de zewicî ye, ji ber zextên kesên bi piştgiriya dewletê, di sala 1976’an de neçar ma ku koçî Mersînê bike. Meryem Erbey a ku 2 zarokên xwe li Sêrtê û 8 zarokên xwe jî li Mersînê mezin kiriyr, rastî gelek zehmetiyan hatiye.
Meryem Erbeyê, diyar kir ku wê li Mersînê di nava şertên dijwar de zarokên xwe mezin kiriye û ev tiş got: "Berî ku PKK derkeve, li şûna dewletê, axayan zext li gel dikirin. Di sala 1993’yan de, pismamên zarokên min li Mersînê di şerekî de jiyana xwe ji dest dan. Zarokên min bi vê bûyerê bandor bûn û mezin bûn. Piştî girtina Rêbertiyê (Abdullah Ocalan) di sala 1999’an de, di sala 2000’î de keça min Helîme (Ekîn Amed) û di heman salê de kurê min Mesût (Reşît Botan) tevlî nava refên PKK’ê bûn. Di sala 2002’yan de keça min a din jî tevlî bû. Agahî hatin parvekirin ku Helîme di sala 2016’an de li Avaşînê şehîd bûye. Kurê min Mesût jî di sala 2006’an de şehîd bû.
Ji ber tevlîbûna 3 zarokên min, zextên dewletê tu carî xilas nebûn. Gelek caran ez hatim binçavkirin. Kurê min Mehmet jî di sala 2010’an de hat girtin û 24 sal ceza lê hat birîn. Sedema girtina wî tevlîbûna birayên wî ya têkoşîna azadiyê bû. Dîsa zextên li ser malbata me berdewam kirin. Kurê min ê din jî ji ber zextan di sala 2017’an de neçar ma ku welêt biterikîne.”
‘KURDAN BI KÊFÎ ÇEK HILNEGIRTIN Û NEÇÛN ÇIYÊ’
Meryem Erbeyê destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd têkoşîneke rewa ye e û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk her tim zext li ser gelê Kurd kir. Hebûna gelê Kurd nehat nasîn. Gelê Kurd bi kêfî çek bi kar neanîn û neçûn çiyê. Berpirsê vê yekê dewlet e. Gelê Kurd ne evîndarê şer e. Tu kes ne evîndarê kuştinê ye. Dîsa bi şerê taybet ciwan hatine avêtin nav tiryakê.”
‘BERPIRSÊ MIRINA WAN DEWLET E’
Meryem Erbeyê diyar kir ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd aştiyê dixwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn û bi giştî ji bo gelên cîhanê aştiyê dixwaze. Eger Rêbertî bihata guhdarîkirin, dewleta Tirk ne ewqas zerarên maddî û ne jî manewî nedît. Berpirsê mirina leşker û gerîla Rêbertiya me nîne, dewlet e. Rêbertî her tim ji vî welatî hez kir. Ji ber ku ev axa me ye. Tevî hemû zilm û zordariyan jî Rêbertî 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe. Dayikên Tirk, her kesê ku dibêje ez demokrat im û aştîxwaz e, divê ji bo aştiyê destê gelê Kurd bigire. Nexasim ev aştî di destê gelê Kurd de ye. Gelê Kurd divê yekîtiya xwe ava bike û destê Rêbertiya xwe xurt bike. Kurd ji bo xwe û ji bo gelên din aştiyê pêk tînin. Em ne ji dewletê yan jî ji kesekî din, em ji Rêbertiya xwe bawer in.”
‘TEKANE TIŞTA KU ÊŞA MIN DERMAN BIKE AŞTÎ YE’
Meryem Erbey daxwaza xwe ya aştiyê dubare kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min di vê rêyê de gelek êş kişand. Ez aştiyê dixwazim da ku dayikên din êşê nekişînin. Tekane tişta ku êşên min hinekî sivik bike, tenê pêkhatina aştiyê û azadiya Rêbertiya me ye. Divê mafê Kurdan di bin ewlehiya destûra bingehîn de bê midogerkirin. Divê hişmendiya qirêj a dewletê ya li hemberî Kurdan biguhere. Bila me nexapînin. Dewletê heta niha li ser navê pêvajoyê tu gavek neavêtiye. Girtiyên nexweş nehatine berdan. Divê mafên destûra bingehîn bên dayîn. Kurd ne Kurdên berê ne. Divê dewlet biaqil be. Îro Îsraîl êrişê Îran, Sûriye û Iraqê dike. Tirkiye jî wê ji vê yekê bandor bibe. Ji bo ku ji vê yekê bandor nebe, divê destê aştiyê yê ku Rêbertiya me dirêj kiriye, bigire da ku aştiya xwe pêk bîne. Em weke dayik, divê pêşengiya aştiyê bikin û em hewce ne ku aştiyê pêk bînin Rojhilata Navîn. Eger em aştiyê pêk neynin, dê Rojhilata Navîn hêj xirabtir bibe.”
MA / Mehmet Guleş
