Li Mêrdînê kevneşopiya rez berdanê dewam dike
- çand û huner
- 09:06 28/10/2019
Welatiyên li herêma Zinnar a Mêrdînê dijîn, bi hilbijartina tirî kevneşopiya çêkirina benî, bastiq û dimsê dewam dikin.
Welatiyên li herêma Zinnar a Mêrdînê dijîn, bi hilbijartina tirî kevneşopiya çêkirina benî, bastiq û dimsê dewam dikin.
Kesên ku li seranserê Cîhanê bi nav û deng in li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi peyama "Em li gel kurdan e" kampanyeke piştevaniyê ya navneteweyî dan destpêkirin.
Pirtûka ewil a helbestvan Selam Çinar a bi navê “ku helbestvan bixwaze” ku tenê ji helbestekê pêk tê ji Weşanên Wardozê derket.
Enver Bazir ê li navçeya Pertagê dijî amûrên salên berê di karên çandinî û malê de dihatin bikaranîn ji nûve şekil didê û çêdike.
Fanzîna fotografiyê "flashhilat", di hejmara xwe ya 9'an de bi navê "flashava" derket. Edîtorî ji bo hejmara 9'an a bi navê "flashava" dibêje: "Em bi bakur, başûr, rojhilat û rojavayê xwe hene. Fanzîna me ya ji fotografîyê dinizile jî di hejmara 9'an de navê xwe ''flashhilat''ê diguherîne û dike 'flashava'."
10'emîn Mihrîcana Filmên Kurd ku wê li Hambûrgê bê lidarxistin, di 30'ê Cotmehê de dest pê dike
Hunermendên li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya îmzeyan a “Em şer rawestînin" dan destpêkirin gotin: "Huner cîhanê xweşik dike. Şer cîhanê qirêj dike" û xwestin her kes li dijî şer bêtir dengê xwe bilind bikin. Hunermendan anîn ziman ku ev dagirkerî ye.
Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan li kolanên Londonê wêneyê Berxwedana Rojava xêz kir.
Derhênerê fîlmê "Gorulmuştur" Serhat Karaaslan, destnîşan kir ku welta veguheriye girtîgehekê û got, ji ber tirsa hatiye berbelavkirin mirov êdî naçin fîlman jî temaşe nakin.
Koma muzîkjenan Anadolu Quartet ku li Nisêbîn û Êlihê ji ber şer konsera xwe betal kir, li Amedê konser li dar xist. Di konserê de dengê awaz û stranên kurmancî, ermenkî û tirkî bilind bû.
Dengbêjan jî nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û bang li hunermendan kirin ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin.
Li Amedê 20 zarokên dezavantaj bi xêz û çîrokên xwe bi pirtûka “Mafên Zarokan” vegotin. Pirtûkê di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girt û dê di 20’ê cotmehê ji bo pirtûkê roja îmzeyan bê lidarxistin.
Li Heskîfê ku dê ji ber Bendava Ilisûyê di bin avê de bimîne, ji hêlekê ve xebatên ji bo veguhastina berhemên dîrokî tên kirin ji hêlekê jî rûxandin û xebatên arkeolojîk tên kirin.
Weşanxaneya Lîsê, portreya Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî" çap kir. Pirtûk ji aliyê Nîhat Gultekîn ve hatiye amadekirin û ji hevpeyvînên ku di 30 salên dawî de bi Celîlê Celîl re hatine çêkirin pêk tê.
Hunermend Mem Ararat li Amedê bi beşdariya sedan welatiyan konserek bêhempa li dar xist.