Abdullah Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bang kir

  • rojane
  • 09:51 23 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd rojeva sereke ye û ji bo lidarxistina kongreyê banga berpirsyartiyê li her kesî kir. 

 
Hat zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di muzakereyên çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd ketiye nava hewldanên girîng. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; yek mijarên sereke yên hevdîtin û nameyên Abdullah Ocalan ên di çarçoveya pêvajoyê de, Kongreya Neteweyî ya Kurd bû. Di hevdîtin û nameyan de, Abdullah Ocalan destnîşan kir ku di qonaxa heyî de ji bo destkeftiyên gelê Kurd mayinde bibin û ji bo naskirina statuya gelê Kurd, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd weke pêwîstiyeke lezgîn û divê neyê taloqkirin dinirxîne. 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtin û nameyên xwe de dibêje ku di pêvajoya 2013-2015’an de ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd kedeke mezin daye lê konjonktur û faktorên hundir-derve bandoreke neyînî li ser vê pêvajoyê kiriye. Abdullah Ocalan, diyar dike ku nelidarxistina kongreya neteweyî bandoreke neyînî li ser pêvajoyên din jî kiriye. Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku jihevparçebûna Kurdan birîneke mezin e û Kurdan zeîf dike. Abdullah Ocalan, daxuyand ku divê şert û mercên derketin holê û derfetên heyî ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd bên bikaranîn û xwest ku teqez kongre were lidarxistin. Abdullah Ocalan, daxuyand ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re firsend û derfetên lidarxistina kongreyê bo Kurdan afirandiye û bi rêya van derfetan dê lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd a ji bo dema pêş bibe mecbûriyetek. 
 
Abdullah Ocalan, bang li partiyên Kurd, rêxistinên civaka sivîl, derdorên civakî û şexsiyetên civakî kir ku weke erkekî dîrokî ji bo lidarxistina kongreyê bi berpirsyartiya xwe rabin. Abdullah Ocalan, anî ziman ku dê hewl û xebata xwe ya 50 sal in ji bo vê mijarê didomîne, ji vir şûnde jî berdewam bike. 
 
Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên berê yên bi Şandeya Îmraliyê re de ji partî û derdorên civakî yên li her çar parçeyên Kurdistanê re peyam şandibû, di peyama nû ya ji derdorên siyasî yên Kurd ên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û dîasporayê re dîsa banga Kongreya Neteweyî ya Kurd kir. 
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê rêzehedîtin kir û ev peyam ji muxatabên wan re ragihand. Abdullah Ocalan, bi taybet jî ji PDK û YNK’ê daxwaz dike ku ji bo civandina Kongreya Neteweyî bi rola xwe rabin, berpirsyartiya xwe bicih bînin û pêşengtiya pêvajoyê bikin. 
 
JI BARZANÎ RE PEYAMA KONGREYÊ 
 
Yek ji mijara dihat mereqkirin jî naveroka peyama Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re şandibû. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Abdullah Ocalan di nameya xwe ya ji Mesûd Barzanî re şandî de xwest serokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurd bike. Abdullah Ocalan, di peyama xwe de temînat da Barzanî ku dê piştgiriyê bide hemû hewldanên ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd û peywirdarkirinan. Di peyamê de Abdullah Ocalan bi bîr dixe ku ji pratîkên berê yên Kongreya Neteweyî ya Kurd jî mîrateyek heye, dibe ku Kongreya Neteweyî ya Kurd dawî li parçebûna Kurdan bîne û hiqûqa kolektîf a neteweyî ya Kurdan diyar bike. Abdullah Ocalan, di peyama xwe de destnîşan kir ku di bin sîwana Kongreya Neteweyî de dîplomasiyeke ku helwesta neteweyî ya Kurdan nîşan dide, komîteyên hevpar ên neteweyî, komîteyên ziman, çand û dîrokê bên avakirin û li gorî pêdiviyan jî lijneyên nû dikarin bên avakirin.  Abdullah Ocalan, di peyama xwe de li dijî êrişên îxtîmalî yên li dijî hebûna Kurdan, nasname, ziman, çand û erdnîgariya Kurdan jî divê Kongreya Neteweyî helwestekî hevpar diyar bike û bikeve nava tevgerê. 
 
HELWESTA PDK’Ê 
 
Banga Abdullah Ocalan a ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd, ji hêla hemû derdoran ve erênî hat pêşwazîkirin û hat gotin ku dê berpirsyartiya xwe bicih bînin. Hat zanîn ku rêveberiya PDK’ê têkildarî pêşniyara Abdullah Ocalan a ji bo Kongreya Neteweyî erênî yan jî neyînî tu bersiv nedaye û di vê mijarê de helwesta xwe zelal nekiriye. 
 
PEYAMA JI TALABANÎ RE
 
Yek ji partiyên din a ku Abdullah Ocalan ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd xwedî roleke krîtîk dibîne jî YNK ye. Abdullah Ocalan di hevdîtinan de gelek caran dibêje ku ew bi taybet jî rola YNK bi taybet jî ya Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ya di lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd de girîng dibîne û divê di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire. Abdullah Ocalan, her tim balê dikişîne ser têkoşîna Mam Celal a ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan dibêje ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd, pêwîstiyeke dilsoziya bi têkoşîna Mam Celal e û peyama Abdullah Ocalan ji hêla Şandeya Îmraliyê ve radestî YNK’ê hate kirin. 
 
Hat zanîn ku rayedarên YNK’ê û Bafil Talabanî peyam û daxwaza Abdullah Ocalan bi dilgermî pêşwazî kirine. 
 
 
 
 

Sernavên din

30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
11:09 Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
11:08 Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
10:49 Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
09:55 Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin
09:50 Dîmen karkerên HepsiJET'ê piştrast kirin
09:43 Pirsa ku tehliyeyê dereng dixe: Eger PKK bi avabûneke nû dewam bike, hûn ê tevlî bibin?
09:13 Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin
09:12 'Gavên yekalî pirsgirêka ewlehiyê kûrtir dikin'
09:11 Jakob Migenda: Têkoşîna Ocalan nîşaneya azadiya gelan e
09:06 Înîsyatîfa Yekîtiyê: Dive her kes beşdarî Înîsyatîfa Yekîtiyê bibe
09:03 Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2025'AN
28/07/2025
21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn