Kemalbay: Meaş zêde bû an kêm bû?
- aborî-ked
- 09:49 04/1/2019
Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, bal kişand ser heqê herî kêm (asgarî) û diyar kir ku zêdebûna heqê herî kêm (askarî) zêde bandora xwe li ser meaş nekir. Kemalbay, anî ziman ku zem li ser zemê hat û pirsa "Heqê askerî kêm bû an zêde bû? pirsî. Kemalbay, da zanîn ku li gorî 1603 TL her çend wekî zêde bûye xuya bike jî, lê j ber zemê heyî debara karkeran her ku diçe dijwar dibe.