NAVENDA NÛÇEYAN - Enflasyona salane ya ku ENAG'ê wekî 65,49 eşkere kir, li gor hesabê TUÎK'ê ji sedî 32,95 e.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), daneyên enflasyonê yên meha Tebaxê eşkere kirin. Li gor TUÎK'ê, Endeksa Fiyetê ya Xerîdaran mehane 2,04 û ya salane 32,95 e. Li gorî daneyên Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) ku ji aliyê hin akademîsyenên serbixwe ve hat avakirin, enflasyona meha Tebaxê 3,23 û ya salan e jî ji sedî 65,49 e.