STENBOL - Roja ewil a civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê îro dest pê bike. Di civînê de dê were lêkolînkirin bê Tirkiyeyê di mijara “mafê hêviyê” de gav avêtiye yan na.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) îro dê bicive. Di rojeva komîteyê de “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan heye û dê lêkolîn bike ka Tirkiyeyê di vê mijarê de gav avêtiye yan na. Mijar, dê di Civîna Mafên Mirovan a di 17’ê îlonê de were nirxandin. Piştî civîna ku dê sê rojan bidome, tê payin ku Komîte têkildarî Tirkiyeyê biryara navberê bide.
DER HEQÊ DOSYAYA KOMA GURBANÊ
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di 18’ê Adara 2014’an de, cezayê muebbeda girankirî yê bêyî xwedî mafê berdana bişert ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn, weke binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) (mafê hêviyê) ku îşkence û miameleya xerab qedexe dike, dît û biryara binpêkirinê da. DMME’yê, biryarên bi heman rengî ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî da. Lêbelê Tirkiyeyê tevî bi ser biryarê re 11 sal derbas bûne jî ji bo jiholêrakirina vê binpêkirinê tu gavek neavêt.
Parêzerên Abdullah Ocalan, rêxistinên maf û hiqûqê yên di asta neteweyî û navneteweyî de di dîrokên cuda de agahî dan Komîteyê û xwestin “Mafê hêviyê” bigirin rojeva xwe û biryarên ku di vê mijarê de gavan bi Tirkiyeyê dide avêtin bide. Komîteyê, cara ewil di sala 2015’an de “Mafê hêviyê” girt rojeva xwe. Di sala 2021’ê de kir rojeva xwe û ji bo Tirkiye di vê mijarê de di qanûnan de sererastkirinan bike, salek muhlet dayê. Tirkiyeyê di nava vê demê de tu gavek neavêt. Komîteyê, herî dawî di sala 2024’an de “Mafê hêviyê” bi sernavê “Koma Gurban/Turkiye”yê xist rojeva xwe.
KOMÎTEYÊ DI CIVÎNA DAWÎ DE ÇI BIRYAR DA?
Nûnerên komnîteyê, di bin serenavê “Gurban/Tirkiye”yê de biryara binpêkirinê nirxand. Nûnerên komîteyê biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya têkildarî cezayê muebbeta girankirî bi bîr xistin. Nûneran, biryara binpêkirinê ya têkildarî kesên di koma behsa xeberê de cih digirin (Abdullah Ocalan jî di nav de) vegot. Di biryarê de nûneran got; “(...) nûveyeke binpêkirinê ya wiha dê weke dibêtiya berdana serlêdêr a di demekî nê zde neyê fêmkirin, lê belê divê li gorî standartên meqam û dadgehên neteweyî ji bo her kesî mekanîzmayên lêkolîn ava bike. Ev yek hate bibîrxistin.”
Di beşa “Têkildarî tevdîrên giştî” de ev her 4 xal hatin rêzkirin:
“* Careke din hate bibîrxistin ku divê ev biryar bên cîbicîkirin, mekanîzmayek were avakirin ku cezayê muebbeda giran jinûve binirxîne û mercên berdana bişert ava bike. An jî divê ji bo vê tevdîrên pêwîst bên girtin.
* Di vê mijarê de heta niha tu pêşketin çênebûne û vê jî rê li ber fikarên mezin vekiriye. Mînakên ji dewletên din hatin bibîrxistin û ji dewletên endam hate xwestin ku ji van tecrûbayan bo xwe ders bigirin û ji bo di demekî nêz de gavan biavêjin hatin teşwîqkirin.
* Careke din bang li rayedaran hate kirin bê ka hejmara kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn û yên bi vî cezayî hêj girtî ne çiqas in.
* Biryar hate dayin ku vê komê (Koma Gurbanê) di civîna Îlona 2025’an de careke din lêkolîn bike. Û heke di çarçoveya vê komê de pirsgirêkên hatine lêkolînkirin demekî dirêj bidomin û pêşketina heyî kêm were dîtin, heke pêşketineke ku rê li ber nirxandineke erênî vebike neyê dîtin, ferman da Sekreteryayê ku biryareke navberê amade bike.”
MA / Dîren Yurtsever