Erol hevdîtina dawî ya li Îmraliyê vegot: Divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe

  • rojane
  • 12:16 15 Îlon 2025
  • |
img
ENQERE - Faîk Ozgur Erol hevdîtina dawî ya li Îmraliyê vegot û diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê derbasî qonaxa duyemîn bibe. Erol, got: “Ji bo entegrasyona demokratîk jî hewcehî bi yasayên serdema navberê heye.” 
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 28’ê Tebaxê de çû Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin sê saetan domiya. Şandeyê, di daxuyaniya piştre diyar kir ku Abdullah Ocalan li ser têgehên “Civaka demokratîk, aştî û entegrasyona demokratîk” sekinî ye. 
 
Ji endamên şandeyê parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, têkildraî rojevên di hevdîtina dawî de derketin pêş û geşedanên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Faîk Ozgur Erol, da zanîn ku moral û tenduristiya Abdullah Ocalan baş bû. Erol, da zanîn ku Abdullah Ocalan pêvajoyê birêve dibe lewma divê hevdîtin, xebat û pêwendiyên birêkûpêk hebin û got: “Mehekê hevdîtin çênebû û ev yek nîşan dide ku di vê mijarê de pirsgirêk hene. Li ser vê mijarê sihbeta me çêbû. Li gorî min divê di dema pêş de hem di mijara hevdîtinên malbat û parêzeran de hem jî hevdîtinên bi şandeya DEM Partiyê re zêde bibin.” 
 
KOMÎSYON Û NIRXANDINÊN OCALAN
 
Bi domdarî Erol da zanîn ku Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide komîsyonê û got: “Jixwe birêz Ocalan pêşniyar kir. Lewma gelek girîngiyê dide komîsyonê. Diviyabû îradeya siyasî ya pêvajoyê derketibûya holê. Meclisê ev îrade nîşan da. Lewma avakirina komîsyonê girîng e. Piraniya partiyên siyasî jî tê de cih digirin û ev destkeftiyeke mezin e. Du erkên wê hene ku yek jê avakirina zemîna civakî ya pêvajoyê û ya din jî ji bo yasayên serdema navberê fikrên xwe bibêje. A rast birêz Ocalan jî komîsyonê bi vî awayî dinirxîne. Di hevdîtinê de hate axaftin ku komîsyon xwedî çarçoveyeke yasayî be.” 
 
‘HEVDÎTINA KOMÎSYONÊ YA BI OCALAN RE NE DAXWAZ, PÊWÎSTIYEK E’
 
Di berdewamê de Erol, got ku hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re ne daxwazek lê pêwîstiyeke û wiha domand: “Komîsyon ji ewil bi guhdarîkirina saziyên ewlehiyê û îstîxbaratê dest bi xebatan kir. Ev, aliyekî vê pêvajoyê ne. Piştre jî li serokên meclisê yên berê guhdarî kir û bi domdarî li rêxistinên civaka sivîl. Diviyabû piştî guhdarîkirina saziyên ewlehiyê, li birêz Ocalan bihata guhdarîkirin. Divê ev girêdayî daxwazekê nebe. Ev pêwîstiyeke. Ji destpêka pêvajoyê heta niha, avakarê pêvajoya 10 mehan birêz Ocalan e. Ew birêve dibe. Dema em li hemû geşedanan dinihêrin, encama derdikeve holê ew e ku birêz Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Heta hin alî vê weke ‘lîderê avaker’ dinirxînin. Ev ne tenê ji bo lîderê avaker ê PKK’ê lê ji bo pêvajoyê jî dikare were gotin. Di vê rewşê de bêguman divê komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.” 
 
‘CERRAHÊ TAYBET Ê PIRSGIRÊKA KURD OCALAN E’
 
Bi domdarî Erol, anî ziman ku nirxandinên berfireh ên Abdullah Ocalan li ser pirsgirêka Kurd hene û got: “Qonaxa pirsgirêka Kurd gihiştiyê, qada siyasî û civakî ya 60 milyon nifûsa Kurdan digire, rewşên jeopolîtîk û stratejîk ên bi xwe re tîne, li ser rastiya vê rewşê ya di Rojhilata Navîn de gelek nirxandinên wî hee. Di heman demê de têkildarî nakokiyên di navbera gelên Kurd û Tirk de jî gelek nirxandinên wî hene. Balê dikişîne ser van têkiliyan ên di nava 100-150 salan de xitimîn. Heke mudaxileyekî cerrahî neyê kirin, dibe ku ev bedena heyî têk biçe û vê jî weke pirsgirêk pênase dike. Lewma jî dibêje ‘Pirsgirêkeke êdî bûye kangren heye û em mudaxileyeke cerrahî ya taybet dikin.’ Rastiya pirsgirêkê ev e. Bêguman cerrahê taybet ê pirsgirêka Kurd jî birêz Ocalan e.”
 
Erol, got ku li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê tekane aktorê dikare xîtabî tevan bike, li ser heman xalan mizakere bike û fikran pêş bixe Abdullah Ocalan e û got: “Ji bilî wî ma tu aktorên din hene? Nêzikatiya îdeolojîk a birêz Ocalan berfireh e û li pey helwestên fanatîk nîne.”
 
CIVAKA DEMOKRATÎK, AŞTÎ Û ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
 
Têkildarî têgehên “Civaka demokratîk, aştî û entegrasyona demokratîk” ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de anîbû ziman jî Erol ev agahî da: “Got; ‘Dikarim pêvajoyê bi van her sê têgehan bi ser bixim.’ Du aliyên pêvajoyê hene. Ya yekemîn; pêvajoya aştiyê ye. Pêvajoya aştiyê di nav xwe de bidawîkirina pevçûnan û misogerkirina bidawîkirina pevçûnan e. Di nava 10 mehan de pêvajo piranî weke pêvajoya aştiyê derket pêş. Ev pêvajo, piranî bû pêvajoya gavên birêz Ocalan bi inyeteke baş yekalî avêtî. Bêguman vê îradeyê di heman demê de daxwazên siyasî û hiqûqî jî kir. Pêvajoya 10 mehan heta niha bi vî awayî hat. Lê ji vir û şûnde êdî şert û mercen ku pêvajo bi heman qonaxê, bi heman rêbazan û bi îdarekirina yekalî nemane. Israra di vê dê dê rê li ber xeletî û têkçûnan veke. Lewma jî pêvajo, ji hêla birêz Ocalan ve jî êdî divê derbasî qonaxa duyemîn bibe. Vê dibêje. Qonaxa duyemîn,meseleya entegrasyona demokratîk e. 
 
ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK ÇI YE? 
 
Faîk Ozgur Erol, bal kişand ser têgeha “Entegrasyona demokratîk” û got: “Em dikarin entegrasyonê weke hevanîna pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk pênase bikin. Divê têgeha entegrasyonê ya li vir weke bişaftin û têgeha entegrasyonê ya di teoriya lîberalîzmê de neyê fêmkirin. Jixwe polîtîkaya bişafker siyaseteke jehrî dike ye, toksîk e. Bişaftin, jehr e. Lê jehrkuja wê jî dabeşkarî nîne. Ew dê bêhtir fanatîze bike û nakokiyan kûrtir bike. Entegrasyona demokratîk; tevlibûna civakeke ya giştî ya di nava pergalekê de ye ku ew jî bi mafên xwe tev li dibe. Bi temamî tevlibûna Kurdan a nava hiqûq û komarê ye. Di vir de du têgehên sereke, hiqûq û rêz e. Ji bo pêkhatina vê pêvajoya entegrasyonê, hevgirtineke stratejîk û taktîk dixwaze. Em dikarin bibêjin du aliyên vê hene. Aliyê wê yê hinek bisînor bi dawîkirina pevçûnan û yê din jî biencamkirina pêvajoya aştiyê ye. Divê Kurdên ji ber sedemên siyasî ‘derveyî hiqûqê’ hatin hiştin jî tev li vê bibin. Ên li çiyê, li Ewropayê, di zindanan de jî di nav de. 
 
‘YASAYÊN SERDEMA NAVBERÊ’ 
 
Ji bo vê jî pêdivî bi yasayên serdema navberê hene. Em dikarin ji vê re bibêjin ‘Yasayên serdema navberê’ jî. Çarçoveya wan dikare were nîqaşkirin. Muxatabên wê dikarin ser nîqaşan bikin. Divê li fikr, nîqaş û nêrînên birêz Ocalan jî guhdar bikin. Yek ji aliyê herî girîng ê serdana komîsyonê jî ev e. Dê li ser vê nirxandinan bike. Ev tenê aliyekê wê ye. 
 
Li gel vê, aliyekî demokratîzekirin û veguherandinê yê vê pêvajoya birêz Ocalan pêşxistî jî heye. Em ji vê re dibêjin ‘civaka demokratîk.’ Civaka demokratîk ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû civakan û îdiaya wê ya demokratîkkirina dewletê heye. Divê em aliyê duyemîn ê entegrasyona demokratîk jî bi vî awayî bifikirin. Divê qada siyaseta demokratîk û civaka demokratîk ava bibe. Divê qadeke azadiya xweîfadekirinê ya bêsînor hebe. 
 
Birêz Ocalan di hevdîtina ewil de 3 nasname destnîşan kiribû. Nasnameya îdeolojîk, nasnameya etnîkî û ya olî. Divê di îfadekirina van her sê nasnameyan de tu sînorkirinek nebe. Di mijara rêveberiyên herêmî de jî bijartina bi rêyên demokratîk û hwd. divê nebin mijara nîqaşê. Divê şûrê hiqûqê li ser siyasetê nebe. Girtina partiyan, doz û hwd... Em hewl didin çarçvoeya qada siyaseta demokratîk xêz bikin. lê ev mînakên ewil in. Gavên ewil ên ji bo demokratîzasyonê ne. Bi vî awayî dê pêvajoya entegrasyona demokratîk ber bi aliyekî ve biçe. Birêz Ocalan dixwaze bi qonaxa duyemînr e dewletê û siyaseta Tirkiyeyê demokratîze bike. 
 
‘AŞTÎ DÊ BI HER KESÎ BIDE QEZENCKIRIN’ 
 
Erol, anî ziman ku aştî li her devera cîhanê pêwîstiyeke, divê girêdayî şertan neyên kirin û got “Aştî bi her kesî dide qezenckirin. Berevajiya wê jî bi her kesî dide windakirin. Divê daxwaza aştiyê were zêdekirin ku kesên dudil û siyaset jî neçar bimîne bersivê bidin.”
 
OPERASYONÊN LI DIJÎ CHP’Ê
 
Têkildarî zextên ser muxalefetê yên di vê pêvajoyê de jî Erol got: “Mudaxileyên tên kirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne. Krîmînalîzekirina partiyan û sepanên weke tayînkirina qeyûman, parçeyeke pêvajoya aştiyê nînin.” Erol, bîranîneke xwe ya bi Abdullah Ocalan re parve kir û got: “Di esasê xwe de birêz Ocalan dê banga 27’ê Sibatê dê di 15’ê Sibatê de bikira. Lê piştre daxwazeke wî ji me çêbû û got; ‘Beriya daxuyaniyê dixwazin nêrînên PDK û YNK’ê jî bigirim.’ Şandeyê jî tavilê planek amade kir. Ji ber vê planê jî daxuyaniya di 15’ê Sibatê de hate taloqkirin. Di 15’ê Sibatê de em ji Amedê bi rê ketin û ber bi Hewlêrê ve diçûn. Dema di rê de qeyûm tayînî Wanê kirin. Ma rayedaran nedizanî ku dê daxuyanî di wê rojê de bihata kirin? Di navbera me de jî nîqaş hatin kirin. Rêya herî baş a têkbirina van sepanan, biserxistina pêvajoyê ye. Lewma em mecbûr in vê rêyê bidomînin û divê hemû alî tev li bibin. Li gorî min CHP jî di ferqa vê de ye lewma tevlibûna wan pir girîng e.” 
 
‘RÊGEZA HÊVIYÊ’ 
 
Erol, bal kişand ser “Mafê hêviyê” û got: “Birêz Ocalan di hevdîtinan de dema behsa meseleya ‘mafê hêviyê’ dikir, têgeha ‘Rêgeza hêviyê’ bi kar tîne. Ez hinek li ser vê fikirîm. Ev ferq û nêzikatiyeke girîng e. Ne ku di navbera maf û rêgezê de gelek ferq heye lewma. Lêbelê maf hinek bêhtir lîberal e. Bêhtir takekesî ye. Di esasê xwe de mafekî divê ji bo kesekî bikeve meriyetê. Mîna mafê jiyanê. Weke mînak, mafê min ê jiyanê heye, yê te heye. Lêbelê ‘rêgez’ tiştekî cuda ye. Ji bo her kesî derbasdar e. ‘Mafê hêviyê’ yan jî ‘rêgeza hêviyê’ jî ne tenê ji bo şexsê birêz Ocalan taybet e. Ji bo her kesî derbasdar e û dema ket meriyetê jî dê bide qezenckirin.  Dema dibêje ‘Ne azadiya min a şexsî, azadiya civakî’ jî behsa devjêberdana mercên azadiya şexsî nake. Dixwaze bibêje ka azadiya şexsî û ya civakî çiqasî girêdayî hev in. Ev mijar dê di komîteyê de were nîqaşkirin. Lê meseleya esasî nêzikatiya Tirkiyeyê ye. Li şûna redkirinê, dikare çarçoveyeke hiqûqî xêz bike. Ji hêla PMME û destûra binehîn ve biryareke hiqûqî ye û ji hêla însanî ve jî pêwîstiyeke. Her wiha dê pêşiya pêvajoyê veke. Li gorî min cîbicîkirina ‘Rêgeza hêviyê’ dê bi me tevekan bide qezenckirin.” 
 
MA / Selman Guzelyuz - Firat Can Arslan 
 

Sernavên din

13:34 Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike
13:30 Xelkê Amedê: Divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
13:19 Dê li 3 bajaran ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş bên lidarxistin HATE NÛKIRIN
12:36 Di cînayeta nefretê de tê payin mutalaa were pêşkeşkirin
12:28 KNK: ‘Jin, jiyan, azadî’ çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e
12:24 Ji 39 jinan ji bo KE’yê nameya ‘mafê hêviyê’
12:16 Erol hevdîtina dawî ya li Îmraliyê vegot: Divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe
11:33 Li girtîgehên Tîpa S û Ewlehiya Bilind tecrîd didome
10:44 Di çanda Kurdî de gefa ‘modayê’: Kiras û fîstan ji eslê xwe tên dûrxistin
10:14 Rewşa Îranê ya piştî 'Jin, jiyan, azadî': Jin li bendê namînin, ava dikin
09:57 Komîteya Wezîran ji bo ‘mafê hêviyê’ dicive: Tê payin ku biryara navberê bê dayin
09:28 Xwebûn bi manşeta ‘Mafê hêviyê gerdûnî ye’ derket
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN
09:00 Parêzer ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
08:03 Li Êlihê êrişa çekdarî: Dayik, bav û 2 zarokên wan hatin qetilkirin
14/09/2025
16:17 Mûrat Arslan piştî 30 salan hate berdan
15:43 Çalakiya Belucan di meha 3’yan de didome
14:46 Li Mêrdînê TUHAD-DER hate avakirin
14:27 10 rêxistinên zarokan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
14:10 Li gelek bajaran çalakiya ‘mafê hêviyê’: Biryara DMME’yê bicih bînin
13:18 Ocalan ji eşîrên Ereb re name şand: Ji bo Sûriyeya demokratîk hûn dikarin rolekî girîng bilîzin
13:04 Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû hêvî
12:24 HSD: Hêzên hikûmeta Şamê li Dêrazorê êrişî hêzên me kirin
12:21 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê mûçeyê kêmtirîn derbas kir
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin
13:10 Di konferansa TUC’ê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
12:05 Li Şerîaya Rojava herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin
12:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
12:01 Îsraîlê êrişî Husiyan kir: 35 kes mirin, 131 kes birîndar bûn
11:31 Danişîna doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:22 Ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê hat dayin
11:12 Polîsê Efe Tektekîn bi TOMA’yê qetil kirî dê jinûve bê darizandin