Konferansa Îslama Demokratîk: Werin bi tevlibûna xwe hêzê bidin konferansê
- rojane
- 09:07 26/1/2024
Aktivîstê Îslama Demokratîk Mela Emîn Ay ku têkildarî konferansa dê 27’ê mehê bê lidarxistin axivî, wiha got: “Di vê konferansê de em dixwazin balê bikşînin ser tiştên ku dijberê olê lê bi navê olê tên kirin. Werin bi dîtinên xwe, pêşniyazên xwe û bi tevlibûna xwe hêzê bidin vê konferansê.”