WAN - Danişîna duyemîn a doza sê kesên li navçeya Erdîşê bi sûcê tecawizkirina zarokekê tên darizandin, hat lidarxistin. Di danişînê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin.
Di 28’ê Mijdara 2024’an de li navçeya Erdîşê ya Wanê yek jê zarok sê şexsan tecawizê zarokekê kir. Zaroka rastî tecawizê hatî rojek piştre di 29’ê Mijdarê de întîhar kiribû. Li ser vê yekê doz hate vekirin û danişîna duyemîn a dozê hate lidarxistin. Danişîn, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erdîşê hat lidarxistin. Faîl, ji sûcên “îstîsmarkirina zarokê”, “heqaret” û “Gef û şantajên li dijî jinê” negirtî tên darizandin. Parêzerên TÎHV’ê, Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê û parêzerên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî doz şopandin.
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzerên malbatê xwestin faîl girtî bên darizandin. Piştî parastinan, dozger xwest faîl negirtî bên darizandin. Dadgehê jî biryar da ku faîl negirtî bûn darizandin û danişîna dozê taloqî 9’ê Çileya 2026’an kir.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Di 28’ê Mijdara 2024’an de li navçeya Erdîşê ya Wanê zarokek ji hêla 3 kesan ve hate tecawizkirin. Zarokê giliyê faîlan kir û rojek piştre jî ji ber gefên lê hatine xwarin û îşkenceya psîkolojîk, neçarî întîharê hate kirin. Piştî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin û ji bo 3 faîlan biryara girtinê hate dayin. Lêbelê faîl di demekî kin de hatin berdan. Danişîna ewil a dozê di 3’yê Tîrmehê de hate lidarxistin.