NAVENDA NÛÇEYAN - Civaka Êzidî ev du roj in li cihên pîroz ên Çiyayê Şengalê Cejna Cimayî pîroz dike.
Li Şengalê dema Cejna Cimayiyê ye. Ev meheke ku hem li başûrê Çiyayê Şengalê hem li bakurê Çiyayê Şengalê pîrozkirina cimayiyan dest pê kiriye û cimayî dibin nîşaneya vegera gel a Şengalê. Her wiha hezkirin û girêdana civaka Êzidî ya bi çand, bîr, bawerî û axa xwe ve ye.
Cejna Cimayiyê ku du rojan berdewam dikin, ji duh ve li komelgeha Zorava Cimayiya Pîrê Ewra, li komelgeha Borikê Cimayiya Şêşims û Şêx Berekat, li Kolika Cimayiya Serêkanî û li navenda Şengalê jî Cimayiya Mehme Reşan têne pîroz kirin.
Di roja yekemîn a cimayiyê de anku duh, amadekariya cejnê hate kirin, govend hate gerandin û civaka Êzidî xêr belav kir.
Îro jî bi amadebûna feqîrên bi xirqe, qewlbêj, çilegir û rûsipiyan reûresmên olî pêk hatin û perî hatin siwarkirin. Piştî reûresmên olî bi hezaran Êzidiyan govend gerandin. Wê li Şengalê pîrozkirina Cejna Cimayiyê di hefteyên pêş de jî berdewam bikin.