Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin
- rojane
- 10:25 06/2/2024
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Kemal Çakmak bi hincetên parvekirinên medyaya dîjîtal li navçeya Hewagê hate binçavkirin.
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Kemal Çakmak bi hincetên parvekirinên medyaya dîjîtal li navçeya Hewagê hate binçavkirin.
Dayika Îslam Balikesîr ku yek ji 177 kesên li jêrzemîna wehşetê ya li navçeya Cizîrê hate qetilkirin e Tolîn Balikesîr, anî ziman ku kurê wê ji bo çand û hunera kurd canê xwe feda kiriye û serê wan bilind e.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin 105 roj in tu agahî nayên girtin. Tevahiya hewldanên ji bo hevdîtinê ji hêla PDK’ê ve tên astengkirin.
Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya girtiyên siyasî di roja 72’yan de didome.
Rojnameger Kakşar Oremar destnîşan kir ku kurdên kirdeya têkoşîna li dijî rejîma Îranê ne, bi darvekirinê re rû bi rû ne û got: “Çalakiyên ku ji aliyê girtiyên kurd ve tên destpêkirin û çalakiyên şoreşgerî yên bi pêşengiya jinan, rejîma Îranê ditirsîne."
Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîrê diyar kir ku zext û binpêkirinên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûne. Demîrê bilêv kir ku girtî di daxwaza xwe de zelal in û got: "Heke azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, dê hemû gel bi awayekî azad û adil bijîn."
Aydin Aydogan ê di erdhejê de xizmên wî jiyana xwe ji dest dabûn belav kiribû ku ÎHA û SÎHA di dema erdhejê 6'ê Sibatê de dîmen ranegihandine. Piştî vê Selçûk Bayraktar giliyê wî kiribû û ji ber vê doz hatibû vekirin. Dadgeheke ku li doza der barê Aydogan de binêre nehat dîtin.
Malbata Ekrem Gun ê ku ji aliyê kesê li qawîşa li kêleka ve bi kuştinê gef lê hat xwarin, der barê jiyana zarokê xwe de bi fikar e. Malbatê diyar kir ku ger tiştek bê serê kurê wan berpirs Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê ye.
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên herî ciwan ên li Cizîrê di pêşhilbijartinê de hatin bijartin diyar kirin ku tirsa desthilatdariya ya herî mezin jî ciwan in û gotin: "Em ê bi aqilê ciwanan ê nûjen, bi ciwan û jinan re vî bajarî bi rê ve bibin."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ky di merasîma bîranîna erdheja ya li Hatayê de axivî, diyar kir ku ew ê Antakyayê ji nû ve ava bikin û lêgerîna xwe ya ji bo windayan bidomînin.
Di bîranîna erdhejê ya li Hatayê de mexdûrên erdhejê bertek nîşanî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Şaredarê Bajarê Mezin ê Hatayê Lutfu Savaş dan.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di salvegera ewil a erdhejê de li Hatayê tev li bernameya bîranîna fermî bû. Welatiyan di dema axaftina Koca de bertek nîşanî wî dan.
Li bajarên ku di erdheja 6'ê Sibatê de hilweşiyan, kesên jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. Di bîranînan de peyama "Em ji bîr nakin, em helal nakin" hat dayîn.
Li ser dîwarên li taxên bajarê Sêrtê nivîsên wekî “Tecrîde son, onder Apoya ozgurluk”, “Rabe Sêrt”, “Dem hat Sêrt” hwd. hatin nivîsîn.