AMED - Hat zanîn ku der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de ji xala 301’ê ya TCK’ê dozeke din hatiye vekirin.
Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de dozeke din vekiriye. Îdianame, bi hinceta axaftina di civîna “Li dijî şer aştî” ya di sala 2016’an a li Êlihê hatiye amadekirin û îdiaya “miletê Tirk, dewleta Tirkiyeyê û saziyên wê biçûk xistiye” hate kirin. Di îdianameyê tê xwestin ku ji 6 mehan heta 2 salan cezayê hefsê li Demîrtaş were birîn. Axaftina Demîrtaş ku polîtîkayên hikûmetê rexne dike û bûyerên li Kurdistanê vedibêje, weke sûc hatin nîşandan.
3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de ji bo Demîrtaş ji 6 mehan 2 salan cezayê hefsê û di çarçoveya xala 53’yan a TCK’ê de daxwaza qedexeya siyasî tê kirin.
Danişîna 7’emîn a doza Demîrtaş ku li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê tê darizandin dê di 9’ê Kanûnê de bê lidarxistin.
Piştî rakirina parêzbendiyê, ji Mijdara 2016’an heta niha di dîrokên cuda de ji xala 301’ê ya TCK’ê der heqê Demîrtaş de zêdetirî 12 doz hatine vekirin.