Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
- rojane
- 11:48 05/2/2024
Qeymeqamê Navçeya Ekînozuyê Mesût Coşkûn, bi awayekî gule vêketî kuştî hate dîtin.
Qeymeqamê Navçeya Ekînozuyê Mesût Coşkûn, bi awayekî gule vêketî kuştî hate dîtin.
Kesên di baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ya Qersê de cih girtin gihiştin Milazgir a Mûşê. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku ji bo heqîqetê nîşan bidin derketin rê û wiha got: “Serkeftin a kesên ji bo azadiyê derketin rê ye.”
Li gorî TUÎK’ê enflasyon di meha çileyê de ji sedî 6,70 zêde bû.
Rêwiyên Azadiyê yên ku di bin berf û sermayeke zêde de “Meşa Mezin a Azadiyê” ji Wanê dest dan destpêkirin, li her cihê diçinê daxwazên xwe yên “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji gel re vegotin. Gotinên dayikên Roboskê yên bi wan re hatin bahev, raxist ber çavan ku ev daxwaz çiqas girîng in.
Hejmara 216’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bazara li ser hebûna kurdan” derket.
Kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin di roja 5’emîn de li Qilebanê daxuyaniyê didin.
Meteorolojiyê da zanîn ku li bendê ne li Bolu, Kastamonu, Artvîn, Erzirom û Qersê berf bibare û şilope bibare û ji ber aşûtan bajarên Rohjhilatê Behra Reş û Kurdistanê hişyar kir.
Di demekî şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê berdewam dikin de li Rojhilata Navîn cepheyên nû vedibin. Li Sûriyeyê, Yemenê, Lubnanê û Iraqê hedefgirtina komên ku Îran piştgiriya wan dike, îşaret bi şerekî nû yê li herêmê dike.
Apartmana Atîlla Eren a li Hatayê ku li şûna 7 qatan weke 14 qat hatibû çêkirin di erdhejê de hilweşiya û 400 kesan jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Ecevît Alkan got ku kesên qadên zeytûngehan ji îmarê re vekirîn ev saleke hêj nehatine lêpirsîn.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin 104 roj in tu agahî nayên girtin. Tevahiya hewldanên ji bo hevdîtinê ji hêla PDK’ê ve tên astengkirin.
Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya girtiyên siyasî di roja 71’an de didome.
Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûye jî, li Semsûrê pirsgirêka xaniyan a mexdûrên erdhejê hê nehatiyê çareserkirin. Li Semsûrê xebatên rakirina xirbeyan jî hêj bi dawî nebûne û mexdûrên erdhejê ev salek e di nava xirbeyên ku xizmên xwe lê winda kirine hewl didin jiyana xwe bidomînin.
Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê bû, her çend salek derbas bû jî pirsgirêka xaniyan a mexdurên erdhejê nehat çareserkirin. Ji aliyeki mexdûrên erdhejê li bendê ne ku pirsgirêkên wan ên xaniyan bên çareser kirin û ji aliye din jî li navçeyê şopa erdhejê weke roja ewil e.
Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê yê berê Ferît Kahraman, da zanîn ku hilweşandina avahiyên pir xesar dîtî li gorî rêziknameyê nayê kirin û got ku “Herêmên erdhejê bûne cihên rantê.”