Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan
- rojane
- 09:01 07/2/2024
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê wê di salvegera Komploya 15'ê Sibatê de komployê li Strasboûrgê li ber avahiya CPT'yê û di 17'ê sibatê de jî li Kolnê bi meş û mîtîngekê şermezar bikin. Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku protetsyên ku ew wekî destpêk dihesibînin heta ku Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe, wê bidomin.