Hêzên PDK’ê kesek revandin
- rojane
- 14:19 07/2/2024
Hêzên girêdayî PDK’ê li navçeya Soranê welatiyê bi navê Herdî Ehmed revandin.
Hêzên girêdayî PDK’ê li navçeya Soranê welatiyê bi navê Herdî Ehmed revandin.
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê li bajarê Mazlum Dogan Depê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Danişîna 7’an a doza Parlamentera HDP’ê ya berê Semra Guzel hat lidarxistin û Guzel nehate berdan.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser Meşa Mezin a Azadiyê û wiha got: “Bi vê meşê em careke din bang li civaka Tirkiyeyê dikin û dibêjin ku çareserkirina pirsgirêka kurd tenê bi rakirina tecrîdê pêkan e.”
Wezîrê Parastinê Yaşar Guler li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî. Tê payîn ku dê Guler bi Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinê bike.
DEM Partiyê biryar dabû ku li Stenbolê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê û yek ji kesên navê wê derbas dibû jî Başak Demîrtaş bû. Demîrtaş, bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya lihevkirina bi partiyê re de biryar da ku nebe namzet.
Meşvanên Azadiyê li Cizîrê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz li vir wiha bang li îktîdara AKP’ê kir: “Em li vir bang dikin; ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê divê muxatabiya birêz Ocalan bê naskirin. Tu hêz dê nekarin meşa me bidin sekinandin.”
Jinên ku “Meşvanên Azadiyê” bi coşeke mezin pêşwazî dikin, anîn ziman ku tekane daxwaza wan aştî ye û dan zanîn ku ji bo vê yekê jî divê Abdullah Ocalan azad bibe.
Polîsan ji duh ve li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û 40 kes binçav kirin.
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin, meşa xwe li navçeya Kanîreşê domandin. Di meşê de daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.
Dr. Thomas Jeffrey Miley diyar kir ku girtîbûna Abdullah Ocalan “nîşaneya zilma li gelê kurd tê kirin e” û wiha got: “Ocalan, ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e; di mijara afirandina alternatîfa li dijî modernîteya kapîtalîst de jî yek ji zanyarên pêşeng e.”
Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya girtiyên siyasî di roja 73’yan de didome.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin 106 roj in tu agahî nayên girtin. Tevahiya hewldanên ji bo hevdîtinê ji hêla PDK’ê ve tên astengkirin.
Nûnerê ÎMO'yê Serhat Kotlûk diyar kir ku li hemberî erdheja gengaz a li Colemêrgê wextekî wan ê berhewa biçe tune ye û got ku tevdîrgirtin pêkan e.
Parêzer Jiyan Ormanli ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li wezaretê da, bal kişand ser Meşa Azadiyê û got: "Ev coş û xwedîderketin, girêdana bi birêz Ocalan û baweriya ku dê ew aştiyê pêk bîne nîşan dide."