YSK’ê gelek îtîraz red kir
- rojane
- 15:02 07/4/2024
YSK’ê gelek îtîrazên ji herêman hatine kirin red kir.
YSK’ê gelek îtîrazên ji herêman hatine kirin red kir.
Bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îzmîr û Rihayê şitil hatin danîn.
Li ser îtîraza AKP’ê biryar hatibû dayîn ku dengên Kerboranê jinûve bên hejmartin. YSK’ê ev biryar betal kir.
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî got ku dê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê di dema xwe de bênl lidarxistin.
Ji bo xizmê namzetê AKP’ê yê Curnê Reş Aslan Alî Bayik ku pusulayên dengan şewitandibû, biryara girtinê hate dayîn.
Derket holê ku qeyûm Farqînê beriya biçe Navenda Etûtan a Selahaddîn-î Eyyubî ku neguhêzbara Şaredariya Farqînê bû, dewrî Midûriyeta Perwerdeyê ya Gel kiriye.
Li deverên bêusuliyên weke hilbijêrên veguhestî lê hatine kirin îtîrazên DEM Partî û CHP’ê hatin redkirin lê hemû îtîrazên AKP’ê hatin qebûlkirin.
Berdevka Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Edanûr Îbrahîmoglû diyar kir ku dê kampanyayên “berxwedana biheybet ên li dijî şerê taybet” mezintir bikin û wiha got: “Em ê ji faşîzmê re bibin derd û qels bikin. Em ê pir mezin bi ser kevin.”
Rojnameger Kemal Can diyar kir ku piraniya neşxeya siyasî ya Tirkiyeyê di hilbijartinên herêmî de guheriye û wiha got: “Dê nexşerêya muxalefetê siyasetê diyar bike.”
Qeyûma Cizîrê ku şaredarî 772 milyon û 414 TL xistiye bin deynan û beriya dayîna mazbatayan bi bihayê 30 milyon û 41 hezar TL’an kredî kişand, tenê di nava salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz daye.
Hevşaredarên Dîgorê zend û benda badan. Hevşaredar Ulker Ozatîk ku bi tespîtkirina pirsgirêkan dest bi kar kir got: "Me wêneyê navçeyê girt ku bê di çi rewşê de ye. Û me dest bi cihanîna sozên xwe kiriye ku me dabû gel."
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan bal kişand ser bêusûliyên di hilbijartina navenda Bedlîsê de û wiha bertek nîşanî redkirina îtîrazên wan da: “Bi destê darazê darbe hate kirin.”
Rojnameger Ferhat Sezgîn ku di dema şopandina nûçeyan de polîsan pozê wî şikand, diyar kir ku ew ê giliyê polîsan bike û got: "Çapemeniya Azad wê ji ser şopa heqîqetê venegere. Em ê li dijî van êrişan her tim li qadan bin."
Derket holê ku qeyûma Cizîrê di nava 2 mehan de 101 kes girtiye kar.
Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk daye destpêkirin, di qonaxa duyemîn û di roja 133’yan de didome.