Qeyûma Cizîrê di 2 rojan de bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî eşyayên şaredariyê hîbe kir
- rojane
- 09:04 09/4/2024
Derket holê ku qeyûma Cizîrê Nazlî Demîr ku kûpaya tîma voleybolê ya şaredariyê bi dest xistibû jî bi xwe re biriye, di 2 rojên dawî de hin amûrên şaredariyê yên bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî hîbeyî hin saziyan kiriye.