Bûcak û Dogan bi gel re ketin şaredariyê
- rojane
- 11:10 08/4/2024
Yek ji hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a bi hezaran kesan re mazbataya xwe wergirt û hate şaredariyê wiha got: “Gelê Amedê ev der ya we ye, ev bajêr yê we ye.” Hevşaredarê din Dogan Hatûn jî wiha got: “Ne tenê ji kesên deng dane me re em ê ji temamê 2 milyon kesên li bajêr dijîn re xizmetê bikin.”