ESKÎŞEHÎR - Bijîşkê Filistînî Emcet Saîdoglû, ji bo welatên weke “qirkirinê temaşe dikin” pênase dikir, got ku ji alîkariya xurekan zêdetir divê alîkariya siyasî bikin.
Bîlançoya êrişên Îsraîlê yên piştî 7’ê Cotmeha 2023’yan ên li dijî Şirîda Xezeyê her ku diçe girantir dibe. Li gorî daneyên dawî, heta niha di êrişan de herî kêm 65 hezar û 208 hezar kes hatine qetilkirin. Îsraîlê, deriyên sînor girtiye û nahêle alîkarî derbas bibe. IPC’ê ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, di 22’yê Tebaxê de li bajar xela îlan kir. Ji ber ku birçîtiyê heta niha li Xezeyê 147 jê zarok herî kêm 442 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Aktivîstên dixwazin alîkariyan bibin Xezeyê jî tên astengkirin. Kştiya Madllenê ku di 1’ê Hezîranê de ji Bendergeha Katanya ya Îtalyayê bi rê ket, di 9’ê Hezîranê de dema di nava sînorên ava navneteweyî de ji hêla hêzên deryayî yên Îsraîlê ve hate sekinandin. 12 aktîvîstên di keştiyê de hatin binçavkirin û birin Bendergeha Aşdodê. Piştre jî gelek aktivîstên ji welatên cuda li Tunusê hatin gel hev û di 14’ê Îlonê de bi Fîloya Wijdanê ya SUMUD’ê berê xwe dan Xezeyê. Lêbelê hêj rewşa fîloyê nediyar e.
Endamê Platforma Piştevaniya bi Filistînê re ya Eskîşehîrê bijîşk Emcet Saîdoglû, têkildarî êrişên ser Xezeyê axivî.
'JI XUREKAN ZÊDETIR ALÎKARIYA SIYASÎ HEWCE YE'
Saîdoglû, diyar kir ku Îsraîl ji salên 1930’ê heta niha li Xezeyê “polîtîkaya bêmirovkirinê” dimeşîne û got: “Heke Xeze vala bibe îcar jî dê berê xwe bidin Şerîaya Rojava ku hêdî hêdî îşareta vê dide. Êrişî kampa Cenînê kirin. Netanyahu ji Tayyîp Erdogan re got ‘Quds a me ye.’ Ev jî plana wan nîşan dide. Xeze, nia taxeke vê planê ye. Hemû dinya vê qirkirinê temaşe dike. Divê dewlet bertekê nîşanî êrişên Îsraîlê bide. Daxwaza me ne tenê gotin in, dikarin benderhena bigirin, li Tirkiyeyê dikare petrol were girtin û bazirganî bê qutkirin. Ji ber ku NY’ê bi xwe ev weke ‘qirkirin’ pênase kir. Spanyayê peymana bazirganiyê ya bi 800 milyon dolaran betal kir û ev balkêş e. Piştre jî di pêşbirka duçerxê de Îsraîl jê derxist. Pêdiviya Filistîniyan ji xurekan zêdetir alîkariya siyasî heye. Tirkiye û welatên din ji ber berjewendiyên bazirganiyê li dijî Îsraîlê pozîsyonê raber nakin. Li vir qirkirineke heye. Dibe ku Tirkiye sibe du sibe ji ber piştevaniya bi qirkirinê re bê darizandin.”
'DIVÊ GEL ZEXTÊ BIKIN’
Bi domdarî Saîdoglû, got: “Ji bo êrişên ser Xezeyê bisekinin divê NY bikeve dewrê. NY dikare hêzekî leşkerî ava bike. Li Bosna Hersekê, Uganda û Efrîqaya Başûr kirin. Ji bo vê pêdivî bi îradeyeke siyasî heye. Divê gel zextê bikin. Îsraîl bi kuştina rojnamegeran dixwaze berteka me asteng bike.”
‘AŞTIYA LI TIRKIYEYÊ DÊ BANDORÊ LI HERÊMÊ BIKE’
Saîdoglû, anî ziman ku heke Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê bi ser keve dê ev yek bandorê li Rojhilata Navîn bike û got: “Heke pêvajo ji dil bi ser keve, dê bandoreke pir erênî li ser herêmê bike. Bi taybet jî li ser Sûriye, Lubnan û Filistînê. Filistînî dê ji vê pir keyfxweş bibin. Hêvîdarim ev pirsgirêk ji dil pêş bikeve û encamgir be. Ger ev bibe dê rêveberiyên rêzê ji mafên mirovan re digirin li herêmê pêş bikevin. Weke mînak heke li Sûriyeyê Ereb-Kurd li hev bikin dê ev bandoreke pir erênî li herêmê bike.”
MA / Enes Beyaz