Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
- rojane
- 09:59 05/5/2023
Endamê Komîsyona Dengdêrên Livdar a Amedê Edîp Bînbir got: "Armanca me, ew e ku em hemû dengdêran bibin ser sindoqê. Dengdêr tenê bila li me bigerin bes e."
Endamê Komîsyona Dengdêrên Livdar a Amedê Edîp Bînbir got: "Armanca me, ew e ku em hemû dengdêran bibin ser sindoqê. Dengdêr tenê bila li me bigerin bes e."
Deşta Mûşê piştî germbûna hewayê bi kulîlkên laleyên ku vebûn re bi rengê sor xemilî.
Ji Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Nahîde Ermîş destnîşan kir ku biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê biryareke dîrokî ye. Rêveberê KNK'ê Mecîd Hiso jî got ku dê biryara KCK'ê bandorê li pergala totalîter bike û di vê pêvajoyê de divê hêzên herêmî di bin sîwaneke neteweyî de li hev kom bibin.
Partiyên siyasî yên Şirnexê ji bo mitînga ku dê di 7'ê Gulanê de bê lidarxistin bang li gelê Botanê kirin û wiha gotin: "Li dijî zilma 21 sal in li ser me tê meşandin, werin em li qada mîtîngê cihê xwe bigirin."
Di erdheja sala 2017'an a li navçeya Şemîzînanê de gelek gundên navçeyê wêran bûbûn. Bi ser erdhejê re 6 sal derbas bûne lê hê jî mexdûrên erdhejê yên ku soz hatibû dayîn wê xaniyên wan bên çêkirin, di konteyneran de ne.
Li Edeneyê 14 ciwanên endamên Partiya Çepên Kesk ên xebatên hilbijartinê dikirin bi lêdanê hatibûn binçavkirin. 14 kes piştî îfadeyên wan li miduriyeta polîsan hatin wergirtin, hatin berdan.
Du ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina muzîkjen Cîhan Aymaz dan, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Her du ciwan li qereqolê hatin îşkencekirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, parêzer Şerzan Yelboga hat girtin. Hejmara parêzerên ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin girtin gihîşt 4'an.
Saziyên elewiyan ku di 86'emîn salvegera Terteleya Dersimê de daxuyanî dan, gotin: "Me Terteleya Dersimê ji bîr nekiriye, em ê nehêlin bê jibîrkirin. Em ê ji bo îadekirina navê Dersimê bixebitin."
Hevdîtina gela a li Farqînê ya Partiya Çepên Kesk veguherî mîtîngê. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku di hevdîtinê de axivî, got: "Kesên ku destên wan di xwîna kurdan de hene, diçin bi Erdogan re dibin tifaq. 14'ê Gulanê roja hesbapirsînê ye ji kesên ku destê wan di xwîna kurdan de heye."
Li navçeya Sîlopiyayê ji ciwanên ku hatibûn binçavkirin, yek jê hat girtin.
Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê di mitînga Bazîdê de bang kirin ku ew şer, tundî, mirinê naxwazin û ew partiya aştî û biratiyê ne. Namzet Sirri Sakik bal kişand ser mîtîngên Kiliçdaroglû yên li Agirî û Wanê û got: "Meseleya kurdî bi aştiyê çareser bike û bi me re şer nekin."
Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ku li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, bi gel re civiyan û serdana dikandaran kirin. Di serdanan de îşaret bi girîngiya hilbijartinê hat kirin û hat destnîşankirin ku divê her kes biçe ser sindoqan.
Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ev hilbijartin dê di navbera kesên edalet û serweriya hiqûqê diparêzin û kesên hiqûq û edaletê qetil dikin de be.”