Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
- rojane
- 13:51 05/5/2023
Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike.
Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike.
6 kesên ku piştî ji aliyê namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê yê Çanakkaleyê Ayhan Gîder ve hedef hatin nîşandan cara duyemîn hatin binçavkirin, hatin girtin.
DFG’ê rapora xwe ya meha nîsanê eşkere kir. DFGê da zanîn ku di meha nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin û ji wan 5 jê hatin girtin û ji bo 88 nûçeyan jî biryara astengkirinê hate dayîn.
Beriya mitînga Serokkomarê AKP’yî Erdogan tevahiya kolan û cadeyên Wanê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin. Ji bîlboardan afîşên partiyên din hatin rakirin û wêneyên Erdogan lê hatin daliqandin.
Rojnameger Ayşe Duzkan û Nazan Ozcan bertek nîşanî bêdengiya li hemberî girtin û binçavkirina rojnamegearn dan û wiha gotin: “Ne tenê ji ber ku hempîşeyên me ne lewma, ji bo ewlehiya hilbijartinê jî divê em xwedî li wan derdikevin.”
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Nûray Ozdogan diyar kir ku di mehekê de 295 kes hatine binçavkirin û 61 kes hatin girtin û got: "Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê pêşî Suleyman Soylu ji wezîfeyê bê girtin."
Malbatên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di erdhejê de yek ji bajarên herî zêde hilweşiyayî jî Hatay bû. Kevneşopiya Partiya Çepên Kesk ji salên 2000’î heta niha dengê xwe yê li bajar roj bi roj zêdetir dike û di vê hilbijartinê de hewl dide 2 parlamenteran derxîne.
Endamên Partiya Çepên Kesk ên armanc dikin ku li Manîsayê dengên xwe zêde bikin, bal kişand ser mitînga ku dê di 7’ê gulanê de li dar bixin û wiha got: “Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina azadiyê.”
Tekîrdagiyên, diyar kirin ku wê 14’ê Gulanê bibe “Hilbijartina xelasbûna ji desthilata AKP’ê” û anîn ziman ku wê ji bo guhertinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext di 10’ê adarê di Rojnameya Fermî de hate weşandin, AKP’ê dest bi operasyonan kir. Ji wê rojê heta niha herî kêm 364 kes hatin binçavkirin û 7 jê rojnameger bi giştî 116 kes hatin girtin.
Endamê Komîsyona Dengdêrên Livdar a Amedê Edîp Bînbir got: "Armanca me, ew e ku em hemû dengdêran bibin ser sindoqê. Dengdêr tenê bila li me bigerin bes e."
Deşta Mûşê piştî germbûna hewayê bi kulîlkên laleyên ku vebûn re bi rengê sor xemilî.
Ji Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Nahîde Ermîş destnîşan kir ku biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê biryareke dîrokî ye. Rêveberê KNK'ê Mecîd Hiso jî got ku dê biryara KCK'ê bandorê li pergala totalîter bike û di vê pêvajoyê de divê hêzên herêmî di bin sîwaneke neteweyî de li hev kom bibin.
Partiyên siyasî yên Şirnexê ji bo mitînga ku dê di 7'ê Gulanê de bê lidarxistin bang li gelê Botanê kirin û wiha gotin: "Li dijî zilma 21 sal in li ser me tê meşandin, werin em li qada mîtîngê cihê xwe bigirin."