ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 06/5/2023
ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
Li navçeya Nisêbînê çawişê pispor ê bi navê E.K. bi sûcê kirina îstîsmara zayendî ya li du zarokan hate girtin.
Sare Ay a 55 salî ku li Kolana Saraçlarê rastî êrişa komeke nijadperest hat, piştî emeliyateke 3 saetan îro li cihê muşahadeyê hat bicihkirin.
Li navçeya Batalgazî ya Meletiyê avahiyeke ku di erdhejê de xesar dîtibû, hilweşiya. Kesek di bin kavilên avahiyê de ma.
Li navçeya Yenîşehîrê Herdem Ertokûş diyar kir ku xebatkarê DÎSKÎ’yê yê li saetên avê dinere, lêxistiye. Ertokûş, li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Namzetên Partiya Çepên Kesk ku li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, diyar kirin ku desthilat dixwaze gel bitirsîne û sindoqan biguherîne û gotin ew ê tu carî serî netewînin.
Di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de bang hat kirin kirin ku astengiyên li pêşiya Dayikê Şemiyê û Qada Galatasarayê bên rakirin.
Namzetên Partiya Çepên Kesk û parlamenterê HDP’ê Garo Paylan bi cemaetên xirîstiyanan ên li bajêr re civiyan û piştgirî xwestin.
Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2022’yan a ÎHD’ê, 110 jê zarok bi giştî herî kêm 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin û bi ser hezar û 109 mal/kargehan de hate girtin.
Siyasetmedar Ahmet Turk ku di mîtînga Qoserê de xîtabî bi hezaran kesî kir got: "Ger şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin." Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê jî got: "Em ê azadiyê ava bikin."
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel bertek nîşanî daxuyaniyên spekulatîf ên îktidarê yên derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de da û got: “Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayên îktidarê neyîne.”
Partiya Çepên Kesk li Bismilê di hevdîtina gel de diyar kir ku dê gelê Bismilê di vê hilbijartinê de dîrokê binivîse.
Li herêma Omeriyan a Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran heye.
Lijneya Rêxistinkirinê ya Derveyî Welat a CHP’ê diyar kir ku di hilbijartinên derveyî welat de pisûleya dengan a nevekirî ku mohra erê li AKP’ê hatiye xistin derketine holê.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di mitînga Wêranşarê de ku bi dehhezaran kes tev li bûbûn de axivî û wiha got: “Darbeya herî mezin, tecrîda li Îmraliyê ye.” Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî got ku dê tevî gel pêşeroja xwe azad bikin.