ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 12/5/2023
ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
UDelegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî serdana OHD'ê kir. Di serdanê de parêzer Nûrettîn Kûzû bal kişand ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Em dixwazin Konseya Ewropayê deng derxîne. Pozîsyona wan qels e. Mueyîdeyên cidî pêk naynin."
Mehmet Ûytûn ê 18 mehî bi kapsula gazê hatibû qetilkirin. Di doza der barê kuştina Ûytûn de, dadgehê diyar kir ku ji bo bê nirxandin ka sûc di çaçroveya "kuştina bi qesdî de ye" yan na, dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar re şand.
Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî ku li Stenbolê hevdîtinên xwe didomîne serdana HDK’ê kir. Ozturk Turkdogan, diyar kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke navnetewî ye û anî ziman ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê divê Tirkiye bê şopandin.
Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe didomîne. Di xebatan de ji bo xwedîderketina li partiyê bang li hilbijêran hat kirin.
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tûncer Bakirhan diyar kir ku wê sindoqan bi parêzin û walî û qeymeqam ên bi awayekî çalak di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de cih digirin hişyar kirin.
Bi hinceta ku tev li Meşa Rûmetê bûne, derheqê 42 kesan de doz hatibû vekirin û danişîna ewil a dozê hate lidarxistin.
Partiya Çepên Kesk li Stenbolê bi ciwanan re civiya. Ji namzetên parlamenteriyê Cengîz Çîçek di civînê de bal kişand ser hejmara zêde ya polîsan û wiha got: “Ciwanên ku difikirin û dipirsin wan ditirsînin.”
Rêveberiya PDK’ê bêyî ku hincetekê nîşan bide, Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt.
Di encama êrişa dewleta tirk a li dijî Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin û 4 jî birîndar bûn.
Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî ku serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin û têkildarî tecrîdê agahî wergirtin, destnîşan kirin ku bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pirsgirêka kurd dikare bê çareserkirin.
Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce xwe ji namzetiya serokkomariyê vekişand.
Namzetê parlamenteriyê yê Agiriyê Sirri Sakik di mitînga Agiriyê de axivî û wiha got: “Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin. Plakaya me 04 e. Dê 4 bo me û 0’ê jî bi stûyê wan ve bikin û bişînin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê de axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Buldan, anî ziman ku AKP-MHP ji bo Tirkiyeyê bûne “pirsgirêka bekayê” û wiha got: “Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan bê.”
Li navçeya Licê operasyona leşkerî ya duh li Licê dest pê kir didome. Li herêmê bi ser gelek malan de girtin û di serdegirtinan de 2 welatî hatin binçavkirin.