Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand

  • rojane
  • 14:20 11 Gulan 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce xwe ji namzetiya serokkomariyê vekişand. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Memleketê û namzetê serokkomariyê Muharrem Înce li pêşiya Navenda Giştî ya Partiyê daxuyanî da. Înce têkildarî namzetiya xwe wiha got: “Ez vê yekê ji bo welatê xwe dikim. Min hewl da rêyeke din vekim. Dema winda kirin bila sûcê xwe nexin stûyê min û tu hincetên wan nemînin. Nexwe dê di sibeha hilbijartinê de hemû sûcê xwe biavêjin stûyê me. Ez xwe ji namzetiya serokkomartiyê vedikişînim.”