Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin

  • rojane
  • 13:44 11 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Li navçeya Licê operasyona leşkerî ya duh li Licê dest pê kir didome. Li herêmê bi ser gelek malan de girtin û di serdegirtinan de 2 welatî hatin binçavkirin. 
 
Operasyona leşkerî ya duh serê sibê li gundê Bamiynê yê navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin didome. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî yên hatin bidestxistin; piştî operasyonê li herêma ku şer lê qewimî ji hewayî û bejahî liv û tevger didome. 
 
Li aliyekî operasyon berdewam dike li aliyê din li Gundê Bamiynê bi ser gelek gundan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navê Salîh Tektaş û Enes Tektaş hatin binçavkirin.