Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
- rojane
- 09:25 20/5/2023
Hevserokên HDP'a Şirnexê bal kişandin ser provakasyonên ku piştî hilbijartinê ji aliyê polîsan ve tên kirin û gotin ku hin hêzên tarî ji bo ku gelê Botanê di 28'ê Gulanê neçe ser sindoqan û gel çavtirsandî bikin serî li her cure provakasyon û lîstikan didin. Hevserokan bang li gel kir ku berbayê van provakasyonan nekeve û di 28'ê Gulanê de her kes biçe ser sindoqan.