Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin

  • rojane
  • 08:05 20 Gulan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Iraqê hewl didin derdora Wargeha Penabaran a Mexmûrê bi têlan dorpêç bike.

Hikumeta Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Bi dehan wesayîtên zirxî li derdora wargehê girtine û dixwazin û derdora wê bi têlan dorpêç bikin. Li ser daxwaza hikûmeta Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî û bi sedan leşker tevî çek, kepçe, têlên ji bo dorpêçê şandine wargehê. 
 
Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê; xelkê Wargehê li ber hewldana dorpêça leşkerên Iraqê rabû û ji biçûkan bigire heta kal û pîran nerazîbûna xwe nîşanî dorpêçê dide.