Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
- rojane
- 16:17 20/5/2023
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan bertek nîşanî dorpêç û zextên polîsan dan û gotin biryara AYM’ê ya “binpêkirinê” nayê nasîn.
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan bertek nîşanî dorpêç û zextên polîsan dan û gotin biryara AYM’ê ya “binpêkirinê” nayê nasîn.
Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê serdana DFG û MKGP’ê kirin.
Di “Rûniştina F” a li Stenbolê tê lidarxistin de hate diyarkirin ku rewşa tenduristiya nexweşa penceşêrê Havva Ak her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û jiyana wê di xetereyê de ye.
ÎHD’a Îzmîrê di çarçoveya Hefteya Windayan de çalakî li dar xist û ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku girtiyê nexweş Eyyup Kudîn ê ku ji dilê xwe emeliyata vekirî hatiye kirin û rewşa wî xedar e, bê berdan.
TJA ya ji bo tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê banga çûyîna ser sindoqan kir wiha got: "Hemû beşên civakê yên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin vedixwînin ji bo faşîzma ku me di 14’ê Gulanê de rawestand di 28’ê Gulanê de bi paş ve bixînin."
Girtî Abdulselam Guler, piştî 30 salan hate berdan. Guler, ê ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazî kirin, wiha got: “Dixwazim hemû hevalên min di demekî nêzîk de bên berdan.”
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolûr ên di sala 1994’an de hatin windakirin pirsîn û li kujerên Husnu Kaçar Kaçar, Halîl Erzen, Rafet Ozer û Abdulcelîl Kaçar ên di heman salê de hatin qetilkirin pirsîn.
Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê piştî hevdîtina bi rayedarên Iraqî re daxuyaniyek da û got: “Em ê îradeya xwe teslîm nakin û em ê li ber xwe bidin.”
Di êrişa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin li Qada Galatasarayê hatin bahev de 10 kes hatin binçavkirin.
Zekeriya Muhammed ê ji Rojava li Girtîgeha Hîlwanê girtî ye. Dema leşkeran ew ji bo tedawiyê bir nexweşxaneyê, bi qûndaxa sîlehên xwe lêdan. Hevserokê ÎHD’a Rihayê Mustafa Vefa got ew ê derbarê berpirsiyaran de gilî bikin.
Li derveyî welat û gumrikan ji bo tura duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê deng dayîn dest pê kir.
Zaroka 7 salî R.B a li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê dema dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, wesayît lê qelibî û birîndar bû.
Abdlhalîm Kirtay ê piştî hat berdan jiyana xwe ji dest da li dijî lêferzkirina poşmantiyê wiha gotiye, “Ez ê li ser nivînê xwe bimirim, lê ez poşman nabim.” Kirtay herî dawî ev bang li raya giştî kiriye: “Xwedî li girtiyên nexweş derkevin.”
Bi ser erdhejê re 103 roj derbas bûn lê li Hatayê pirsgirêkên ku mexdûrê erdhejê roja ewil dijîn bi germbûna hewayî zêde dibin û berdewam dikin.