Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir

  • rojane
  • 20:11 19 Gulan 2023
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - ​​​​​​​Balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk baregeheke leşkerî ya başûrê Minbicê bombebaran kir. Di bombebaranê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gor nûçeya ANHA'yê balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk baregeha hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Mecra Westanî yê başûrê bajarê Minbicê bombebaran kir.
 
Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 4 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dane û hin jê jî birîndar bûne.