Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
- rojane
- 15:41 07/6/2023
Hikûmxwarê edlî Emrûllah Kanîoglû ji bo darizandina adilane dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştre çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Çalakiya Kanîoglû di roja 300’an de didome û ji ber ku rewşa wî giran bû, rakirin nexweşxaneyê. Kanîoglû tedawî qebûl nekir û hat zanîn ku rewşa wî giran e.