Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
- rojane
- 14:19 08/6/2023
Di encama serdegirtina malê ya li Nisêbînê de jina bi navê Rewşen Gurun hate binçavkirin.
Di encama serdegirtina malê ya li Nisêbînê de jina bi navê Rewşen Gurun hate binçavkirin.
Komîteya Wezîran a Ewropayê xwest ku Hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş tavilê bên berdan.
Parastvanên mafan û hiqûqnasên li Îzmîrê bi daxuyaniyekê xwestin Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay were berdan.
Li Deriyê Gumrukê yê li Bajêrgeya Geverê ya li ser sînorê Îranê kotaya hemû hilberîn qaçax hat kêmkirin. Welatiyên debara xwe bi anîna tiştan dikin, ji vê yekê nerazî ne.
Bi îdiaya “heqaret” li Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, 9 hezar TL cezayê pereyan dan dayika Emîne Şenyaşar.
Li Antalyayê 8 dayikên aştiyê bi hinceta pere ji girtiyan re şandine, hatin binçavkirin.
Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dîlan Karakoç di encama serdegirtina malê ya li Menemenê de hate binçavkirin.
Derheqê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Ozturk Turkdogan de bi îdiaya “Raste rast Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye” doz hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraetê hate dayîn.
Navenda Giştî ya ÎHD’ê têkildarî zarokê 5 salî Erdem Aşkan ku wesayîta zirxî lê da û kuşt, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo qetilkirina Aşkan wiha got: “Mirina Aşkan ne qeza lê cînayet e. Divê faîl bên darizandin.”
Komeleya Wêjekarên Kurd dê roja şemiyê bi dirûşmeya "Wêje giyanê civakê ye" duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Lijneya Amadekar a Kongreyê ji bo beşdariya li kongreyê bang kir.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 2 salan zêdetire tu agahî jê nayên girtin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê li navçeya Şêrawa ya Efrînê bi sedan darên hinaran birîn.
Serokê Partiya Sewz Milko Bazyanî: “Dengdana ji bo Erdogan, tê wateya dengdana ji bo şewitandin, bombebarana xwezaya Kurdistan ya li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê. Di salên borî de dewleta Tirk li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye.”
Rojnameger Huseyîn Aykol diyar kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe mimkin nîne ku Tirkiyeyeke nû were avakirin. Têkildarî encamên hilbijartinê jî Aykol wiha got: “Sedema dengwindakirina Partiya Çepên Kesk, nebaş nîqaşkirina pirsgirêka kurd e.”
Hat diyarkirin ku bijîşkê Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê, ji bo girtiyê nexweş Serhat Karsû re ku du sal in nayê dermankirin, gotiye, "Ez te naşînim cihekî jî. Heke tu bisekitî, li vir bisekite."