ENQERE - Civîna 14’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dest pê kir.
Civîna 14’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, dest pê kir. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş serokatiya civînê dike. Komîsyon dê di rûniştina ewil a civîna 14’an de li nûnerên Komeleya Efserên Teqawid a Tirkiyeyê TESUD), Komeleya Binefserên Teqawid a Tirkiyeyê (TEMAD), Komeleya Cendirmeyên Pispor ên Teqawid (EMUJAD) û TEMUD’ê guhdarî bike.
Di rûniştina duyemîn de jî dê komîsyon li nûnerên Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Komeleya Demokrasî û Yekitiyê (DEMBÎRDER), Komeleya Xebatên Polîtîkaya Cemaweriyê û Demokrasiyê (PODEM), Komeleya Înîsiyatîfa Maf, Weqfa Aştiyê û Komeleya Mutebeqeta Civakî (TMD) guhdarî bike.