Li Rihayê ji bo nan zem hate kirin

  • rojane
  • 13:05 7 Hezîran 2023
  • |
img
 
RIHA -  Li Rihayê ji bo nan lîreyek zem hate kirin û bi vê yekê re nan derket 5 lîreyan. 
 
Odeya Firinvanan a Rihayê ragihand ku ji bo nan lîreyek zem hatiye kirin. Odeyê di daxuyaniya xwe de got ku nanê somun ê 200 gram bû 5 TL, nanê pîde yê 170 gram bû 5 TL û nanê lavaş ê 150 gram jî bû 5 TL. 
 
Zema hatiye kirin dê ji sibe û şûnde êdî bikeve meriyetê. Li Rihayê bihayê nan 3.5 TL’an bû û di 2’yê sibata 2023’yan de bûbû 4 TL.