Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin

  • rojane
  • 10:51 8 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYA - Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê li navçeya Şêrawa ya Efrînê bi sedan darên hinaran birîn. 
 
Li gorî nûçeya ANHA'yê; hêzên paramîlîter ên Tûgaya El Hemzat a girêdayî Tirkiyeyê li gundê Eyn Dara 650 darên hinaran birîn. Hat zanîn ku darên welatiyê bi navê Mihemed Elî Hemkiro yê ji gundê Gurzêlê hatine birîn.
 
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ya di 1’ê hezîranê de, di meha gulanê de li navenda bajarê Efrînê û navçeyên Mabata û Racoyê herî kêm 900 darên zeytûn û fêkiyan hatine birîn. Ev darên hatine birîn li bazarên Efrîn, Ezaz, Îdlib û Cerablûsê hatin firotin.