Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
- rojane
- 14:38 06/7/2023
Dikandarên Sîteya Kayê û Êm a Wanê diyar kirin ku ji 50 milyonî zêdetir zirara wan bûye û ji ber tîma agirkujiyê dereng mudaxile kiriye, xesar zêde bûye.
Dikandarên Sîteya Kayê û Êm a Wanê diyar kirin ku ji 50 milyonî zêdetir zirara wan bûye û ji ber tîma agirkujiyê dereng mudaxile kiriye, xesar zêde bûye.
Li Wanê 600 taksîvanên qeydkirî ji bo protestokirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di bin rêveberiya qeyûm de ku şertên wan ên xebatê giran dike, kontak girtin.
Platforma Tenduristiyê ya Amedê, Dr. Ekrem Karakay di salvegera kuştina wî de bi bîr anî û got: “Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin.”
Endamên KESK’ê li gel Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê girtin û ji bo pêkanîna daxwaza edaletê ya Şenyaşar bang kirin.
Qedexeya derketina kolanan a li navçeya Xîzanê di roja 4’an de didome. Şêniyekî gundê wan hatiye qedexekirin got ku nikarin ji malên xwe derkevin, sewalên wan birçî ne û ji ber bombebaranê derûniya zarokên wan xera bûye.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 2 salan zêdetire tu agahî jê nayên girtin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Colemêrgê bi ser malan de hate girtin û 7 kes hatin binçavkirin.
Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’a Esenyurtê de girtin. HDP'a Stenbolê diyar kir ên ku fermana serdegirtinê dane sûc kirine û ew ê gilî bikin.
Nebî Yavuz ku piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan, wiha got: “Tişta li girtîgehê em li ser pêyan girtî, hêvî û bawerî bû. Di têkoşînê de ez şanaz û serbilind im.”
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan got: "Em ê rêxistiniya xwe ya jinan mezin bikin û tevnên xwe yên têkoşînê hin berfireh bikin." Çalagan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Mazlum Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê li dijî binpêkirinan daye destpêkirin di roja 50’an de didome.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pergala Îmraliyê weke "sîstema sê ling" bi nav kir û tecrîda mutleq a li ser xwe nirxand û got: "Tecrîda ku li ser min hatiye pêşxistin tê wateya ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî."
Danişîna 15 rojnamevanên girtî, piştî 13 mehan dê di 11'ê tîrmehê de bê lidarxistin. DFG û MKGP'ê wiha gotin; "Divê em rojnamevaniyê biparêzin" û ji bo beşdariya li dnaişînê bang kirin.
Parêzer Şehrîban Demîrel ku li Navenda Paşvegerandinê çû serdana 3 penaberên ku bi hinceta tev li meşê bûne ew anîne navendê. Demîrel, wiha got: "Bêyî ku bê tespîtkirina ka tev li meşê bûne yan na, bi hinceta 'ewlehiya cemaweriyê ber bi xetereyê ve dibin' der barê wan de biryar hatiye dayîn. Ev biryareke li dijî hiqûqê ye."
DEPŞAŞ'ê bi hinceta ku "beşeke wê hatiye girtin", beriya cejnê li 3 bajaran 14 karker ji kar derxistin. Parêzer Hanim Karhanê diyar kir ku piştî zêdekirina meaşê kêm gelek karker ji kar hatine derxistin û got ku rêya dozvekirinê ya li ber karkeran jî tê girtin.