Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 11:39 6 Tîrmeh 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi ser malan de hate girtin û 7 kes hatin binçavkirin. 
 
Li hin taxên girêdayî navenda Colemêrgê polîsan serê sibêeh bi ser hin malan de girtin. Piştî lêgerînên li malan, Fatma Dûrmaz a 65 salî û kurê wê Ahmet Dûrmaz jî di nav de bi giştî 7 kes hatin binçavkirin. 
 
Têkildarî sedema binçavkirinê tu agahî nehatin bidestxistin û binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê tên ragirtin. 
 
Di dosyayê de ji bo 24 saetan biryara qedexeya bi parêzeran re hate dayîn.