Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî gundê Çemçemalê kir
- rojane
- 11:09 06/8/2023
Li gorî agahiyan, dewleta tirk bi SÎHA’yan gundê Çinarto yê Çemçemalê hedef girt..
Li gorî agahiyan, dewleta tirk bi SÎHA’yan gundê Çinarto yê Çemçemalê hedef girt..
Li Qersê heqê rê yê nava bajar ji 8 lîreyan derket 14 lîreyan.
Meteorolojiyê da zanîn ku li hinek herêman dê pileya germahiyê bi ser pileya asayî ya demsalê re be û gel hişyar kir.
Hat zanîn ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li navçeya Bilbilê ya Efrînê destdirêjî li 3 jinan kiriye.
Şêniyên Gundê Tilvaqî yê navçeya Erxeniyê bertek nîşanî jêkirina trafoyan dan. Şêniyan got ku bi milyonan cezayê pereyan li wan hatiye birîn û ev tişt anîn ziman: "Em naxwazin ev bûyer berdewam bikin, bila rayedar çareseriyekê bibînin.”
Rojnamevan Azîz Koyluoglû, diyar kir ku PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şerê dewleta tirk ê li dijî herêma Zapê bû û wiha got: “Stratejiya artêşa tirk a bikevê, lê bimîne û paqij bike têk çû. Niha PDK kemînan datîne.”
Li gundê Ziyaret ê navçeya Mîdyadê di şerê bi çekan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên Rûsyayê êrişê Idlibê kirin. Di encama êrişê de ji heman malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Di panela bi mijara “Azadiya çapemeniyê û medya” ya li Mihrîcana Mûnzûrê pêk hat de hate bibîrxistin ku Abdurrahman Gok û hevalên wî 100 roj in girtî ne û pirsa “Çima ji bo rojnamegerên kurd bi têrkerî piştgirî nayê dayîn?” hat pirsîn.
18 kesên ku xwestin ji bo piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re daxuyaniyê bidin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
27 kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
24 kesên di sala 1938’an de di êrîşa leşkeran a li dijî gundê Bargînî yê Dêrsimê de hatin qetilkirin, di çalakiya bîranînê ya Agûçanê de hatin bîranîn.
Asim Sûltanoglû ku di doza Weqfa Ensarê de derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hate tayînkirin. Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê bertek nîşan da û got ku ew tayînkirina Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin.
Înîsiyatîfa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Guler ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê tê ragirtin û wiha got: “Rapora wî heye ku ji sedî 94 astengdar e. Bila Guler tavilê were berdan.”