Metereolojiyê ji ber ‘germahiya zêde’ hişyarî kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê da zanîn ku li hinek herêman dê pileya germahiyê bi ser pileya asayî ya demsalê re be û gel hişyar kir. 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora rewşa hewa ya 6’ê tebaxê weşand. Li gorî raporê; dê li qeraxên behrên Ege û Behra Spî pileya germahiyê di navbera 2 û 4 pileyan de bi ser germahiya asayî ya demsalê re bin, li herêmên din jî di navbera 4 û 8 pileyan dê zêdetir be. Di heman demê de germahiya hewayî ya li bajarên Kurdistanê jî dê di navbera 2 û 4 pileyan zêdetir bibe. Li hêla din tê texmînkirin ku li Edîrne, Çanakkale, Osmaniye, Edene, Dîlok û Hatayê baraneke zêde bibare. 
 
TEXMÎNA REWŞA HEWAYÎ YA HINEK BAJARAN 
 
Pileya germahiyê ya hinek bajaran wiha ye: 
 
Amed: 42°C
 
Erzirom: 30°C
 
Qers. 30°C
 
Wan: 29°C
 
Dîlok: 38°C
 
Sêrt: 40°C
 
Riha: 42°C
 
Mêrsîn: 34°C 
 
Stenbol: 34°C 
 
Îzmîr: 33°C
 
Manîsa: 36°C 
 
Edene: 35°C
 
Antalya: 32°C
 
Enqere: 38°C