Di dema operasyona li Bagokê de şewat derket
- rojane
- 15:33 05/8/2023
Bi operasyona leşkerî ya li çoltarê Çiyayê Bagokê re li herêmê şewat derket.
Bi operasyona leşkerî ya li çoltarê Çiyayê Bagokê re li herêmê şewat derket.
Di çalakiya “Rûniştina F” de hat diyarkirin ku di malzaroka girtiya nexweş Şîvekar Ataş de kîst heye û divê tavilê bê emeliyatkirin.
ÎHD’ê, li gelek bajaran tundiya polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê protesto kir. Li Edeneyê polîsan êrişî çalakvanan kir û nûçegihanê me Hamdûllah Yagiz birîndar bû.
Kemal Kaplan ku piştî 30 salan hate berdan wiha got: “Ji roja destpêkê heta niha em bi hêviya rojên xwe dijiyan. Em bibawerin ku pêşeroj dê ya me be.”
Dayikên Şemiyê û parlamenterên piştgirî didan çalakiya wan, tevî hemû astengkirinên polîsan jî di hefteya 958’an de jî çalakiya xwe li dar xistin.
Di hefteya 756’emîn a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” a Xizmên Windakiriyan a Amedê de aqûbeta Abdulhakîm Kartal hate pirsîn ku ji 16’ê tebaxa 1991’an heta niha tu agahî jê nayên girtin.
Walîtiya Mêrdînê diyar kir ku biryara “Herêma ewlekariya taybet” a ji bo 15 rojan li çoltarê Çiyayê Bagokê hatibû ragihandin rakirine lê çavkaniyên herêmî dan zanîn ku operasyona li herêmê didome.
Li çolterên navçeyên Licê û Hênê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Senem Erîş da zanîn ku wan kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” daye destpêkirin û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û tecrîdê ji holê rakin.”
Walîtiya Wanê hemû çalakiyên li bajar dê bên lidarxistin heta 2 rojan qedexe kir.
Rojnameger Îbrahîm Karakaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tê ragirtin destnîşan kir ku mafên wan ên tedawiyê, parastinê û ewlehiya can tê binpêkirin û anî ziman ku ji ber nêzîkbûnên îdareyê yên kêfî û bêhiqûqî, ev du sal e nikarin mafên xwe yên tedawiyê bikar bînin.
Parêzerê OHD’î Savaş Avci anî ziman ku li girtîgehan hemû maf tên binpêkirin û binpêkirina ewil jî tecrîda li Îmraliyê ye. Avci, wiha got: “Divê şandeyên serbixwe biçin girtîgehan û kontrol bikin. Hewceya têkildarî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê de guhertin bê kirin.”
Qeyûmê Şaredariya Hewagê guh neda projeya şaredariya DBP’î û sîteya pîşesaziyê bi demê re di nava taxê de ma.
Di îdianameya der barê Halîse Aksoy a hestiyên kurê wê di qutiya kargoyê de hatin teslîmkirin de bi îdiaya “ji bo endamên rêxistinê malên pêbawer peyda bikin” heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Aksoy bi sûcdariya ku bi keça xwe û parêzerê xwe û bi kurê xwe re 'di têkiliyê de ye' tê sûcdarkirin.
Dîroknas Erdogan Aydin diyar kir ku bi Peymana Lozanê ji kurdan re konsepta îmha û înkarê xistin meriyetê û destnîşan kir ku teza “Komara Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çareserî ye.