Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
- rojane
- 18:56 18/8/2023
Li Elbakê cerdevan B.A. yê dest dirêjî jinekê kir, hat binçavkirin.
Li Elbakê cerdevan B.A. yê dest dirêjî jinekê kir, hat binçavkirin.
Parêzerên ji bo piştevaniya malbata Şenyaşar dixwestin bên pêşiya Wezareta Dadê, hatin astengkirin.
Rêveberên HDP’a Îdirê êrişa li dijî tabelaya partiya xwe meş li dar xistin û protesto kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bal kişand ser biryara parastina lêzêdekirî ya ji bo îxtîmala îdiaya sûc û wiha got: “Gelo ev îxtîmale nû hate bîra we? Hûn dibêjin ‘sibeya vî karî jî heye.’ Ez wê fêm dikim. Lê hûn dê nekarin bi vê biryarê jî vî karî komî ser hev bikin.”
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Stenbolê rapora binpêkirinên mafan a 6 mehî ya derbarê 19 girtîgehên Herêma Marmarayê de eşkere kir û destnîşan kir ku rewşa giştî ya li girtîgehan bi rewşa tecrîdkirina giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.
Birîna ava navçeya Hezexê hate protestokirin û wiha hate gotin: “Pirsgirêka avê ya navçeyê encama polîtîkaya qeyûm e. Heta ev pirsgirêk tê çareserkirin em ê dev ji çalakiyan bernedin.”
Hat zanîn ku xetereya li ser jiyana Yilmaz Ozalp ê li Girtîgeha Şakranê krîza dil derbas kir û di beşa venêrîna awarte de tê dermankirin, berdewam dike.
Rejîma Îranê jina kurd Jîna Emînî qetil kiribû. Rejîma Îranê ber bi salvegera kuştina Emînî ve sewqiyata leşkerî bo bajarên rojhilatê Kurdistanê û Belucistanê dike.
Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya ji peywirê hatibû girtin lê ji wê dozê beraet kir. Diviya bû Kaya dîsa vegeriyabûya ser peywira xwe lê bi hincetên “îtîraza li Dadgeha Bilind” ku mimkin nîne û lêpirsîna 4 roj piştî biryara beraetê hatiye vekirin hate redkirin.
Garîbe Aslan a ku ji Xarpêtê ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vedigeriya malê, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Berdana girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye Mehmet Huseyîn Oz ê di Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê de tê ragirtin bi hinceta ; “başhal nîn e” û “Ji bo piştî derketina girtîgehê, xwedî plansaziyeke rasteqînî nîn e” 3 mehan hat taloqkirin.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li navçeya Germencika Aydinê polîs îşkenceyê li kesê bi navê Gokhan Olgûn kirin û ev dîmen li ser medya dîjîtal belav bû. Derbarê polîsên îşkencekar de lêpirsîn hat destpêkirin.
Li Amedê temenê bikaranîna tiryakê ketiye 9 saliyê. Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Zulkuf Guneş got ku dê li dijî bikaranîna tiryakê di îlonê de kampanyayê bidin destpêkirin.
Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Kovara Ozgur Halkê Mahmût Gulecan li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê dihat ragirtin û hate berdan. Gulecan, da zanîn ku mafê tenduristiyê tê binpêkirin û li girtiyan tecrîd tê ferzkirin.