Xerabeyên erdhejê yên li Musolarê hêj nehatine rakirin
- rojane
- 09:56 18/8/2023
Xerabeyên Taxa Musolar a Bazarcixê hêj li şûna xwe ne û keyayê taxê Taylan Sapan got ku welatî di nava bêhêvî û reşbîniyeke pir mezin de ne.
Xerabeyên Taxa Musolar a Bazarcixê hêj li şûna xwe ne û keyayê taxê Taylan Sapan got ku welatî di nava bêhêvî û reşbîniyeke pir mezin de ne.
Duh di saetên serê sibehê de li Çiyayê Gabarê şewat derketibû û tu mudaxile lê nehatibûn kirin. Hat zanîn ku şewata li herêmê her ku diçe li herêmêke berfirehtir belav dibe.
Parêzera kesên li Peyîndasê bi îşkenceyê hatin binçavkirin û paşê hatin girtin Berfîn Ozan bal kişand ser bêhiqûqîtiyan û wiha got: "Hewl dan delîlan çêbikin, armnaca wan çavtirsandina mirovan bû."
Parêzer Sînan Aras diyar kir ku li girtîgehan mafên bingehîn ên mirovan esas nayên girtin û ji bo girtîgehên Tîpa S'yê yên girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin, got: "Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî pir eşkere tê pêkanîn."
Şêniyên gundên li quntara Çiyayê Gabarê bertek nîşanî birîna daran a di bin navê lêgerîna petrolê de dan û wiha gotin: “Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin. Tenê tifaqiya me, yekdengiya me dikare vê talanê bide sekinandin.”
Endamê Komeleya Alimên Amedê Mele Hecî Kadah, bal kişand ser beşdarbûna Diyanetê ya Doza Kobanê û destnîşan kir ku Diyanet weke memûrê dewletê tevdigere û ji evdîtiya Xwedê derketiye.
Hat diyarkirin ku polîsan taxên Kişla, Orman û Esentepe yên Geverê û navenda çarşiyê ya navçeyê dorpêç kirine û nasnameyên welatiyan kontrol dikin.
Ji 24 kesên ku di 15 Tebaxê de li Coelmêrgê hatibûn binçavkirin 13 jê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan û tê payin ku 11 kesên mayî jî sibê sewqî dozgeriyê bên kirin.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, bertek nîşanî 24 kesên ku li Colemêrgê û navçeyên wê hatin binçavkirin dan û wiha got: "Em ser li ber we netewînin."
Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP'ê ku di salvegera tayinkirina qeyûman de daxuyanî da, bal kişand ser tekoşînê û destnîşan kir ku ew ê dest ji tekoşîna xwe bernadin.
Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe bi kursiya biteker çû Wezareta Dadê û xwest bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike. Lê belê daxwaza Şenyaşar hate redkirin.
Ji kesên di 14’ê tebaxê de hatin binçavkirin Berdan Ç. hate girtin û yên din hatin berdan.
Mûsa Şanak ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Şanak, li bajarê xwe Depê bi çîçekan hate pêşwazîkirin.
Ekîbên DEDAŞ’ê yên li wesayîtên bêplaka siwar bûn, ceyrana 5 gundên Silopiyayê birîn. Gundiyan bertek nîşan dan û gotin ku DEDAŞ bi birîna ceyranê wan ceza dike.