Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike

  • rojane
  • 14:21 18 Tebax 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Hat zanîn ku xetereya li ser jiyana Yilmaz Ozalp ê li Girtîgeha Şakranê krîza dil derbas kir û di beşa venêrîna awarte de tê dermankirin, berdewam dike. 
 
Yilmaz Ozalp ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê Jimara 1’an a Tîpa T’yê girtî ye di 5’ê tebaxê de krîza dil derbas kir. Tedawiya Ozalp li beşa venêrîna awarte ya Nexweşxaneya Pewerde û Lêkolînê ya Çîgliyê didome. Hat zanîn ku 10 rojan tedawiya Ozalp bi kelemçekirî berdewam kiriye û xetereya li ser jiyana Ozalp dewam dike. 
 
XETEREYA LI SER JIYANA WÎ DIDOME 
 
Ji bo Ozalp dikaribe bi rehetî nefese bide û bistîne ji qirika xwe û ji bo dikaribe dermanên vîtamînê vexwe ji mîdeya xwe emeliyat bibe. Lê belê ji ber ku xetere li ser jiyana Ozalp heye, nayê emeliyatkirin. 
 
Malbata Ozalp jî li ber nexweşxaneyê disekine û li benda xeberek xêrê ye.