Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e

  • rojane
  • 16:49 19 Tebax 2023
  • |
img

MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê li Mêrdînê ji bo binçavkirinên Dayikên Aşitiyê yên Geverê, li ber avahiya HDP'a Mêrdînê daxuyanî dan û gotin: "Binçavkirinên Dayikên Aştiyê bêedaletî ye, pêwîst e ku ev bêedaletbûn ji holê rabe.”

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê ji bo binçavkirina Dayikên Aştiyê yên li Geverê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê daxuyanî dan. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Pêrîhan Altûg di daxuyaniyê de axivî. 
 
‘BILA XWÎN BISEKINE' 
 
Perîhan Altûg destnîşan kir ku ew wek Dayikên Aştiyê naxwazin li ser dayikan zext û zilm çêbibe. Altûg anî ziman ku girtin û binçavkirinên Dayikên Aşityê bêedaletî ye û divê ev bêedaletbûn ji holê rabe û wiha axivî: “Îro li ser dayikan zext heye. Em aştiyê û edaletê dixwazin. Bila ev xwîn bisekine. Em ne tenê dayikên kurda e, em dayikên hemû gelên bindest in. Çima îro dayik tên girtin û binçavkirin? Zarokên dayikan tên kuştin û di zindanan de tên girtin. Em edaletê û aştiyê dixwazin. Bijî aştî.”