Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
- rojane
- 13:57 23/8/2023
Piştî ku Wezîrê Karên Derveyî Hakan Fîdan duh serdana Iraqê kir, îro jî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û şendeya pê re çûn ser xeta sînor a Colemêrgê.
Piştî ku Wezîrê Karên Derveyî Hakan Fîdan duh serdana Iraqê kir, îro jî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û şendeya pê re çûn ser xeta sînor a Colemêrgê.
Baroya Amedê çû serdana DFG’ê û bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî.
Xetereya li ser jiyana Yilmaz Ozalp ê di Girtîgeha Şakranê de krîza dil derbas kir didome. Malbatê diyar kir ku dermanên wî nadinê rewşa wî giran bûye û li dozgeriyê giliyê vê yekê hat kirin.
Li navçeya Gêxî ya Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû.
Cenazeyên Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk ku dema ji bo îfadeya dozgeriyê çûbûn Colemêrgê û di dema vegerê de di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin definkirin.
Şewata li daristanên Herêma Herekolê derketibû hate vemirandin.
Di encama serdegirtinên malan ên li Dîlokê de 2 ciwan hatin binçavkirin.
Dadgehê lêpirsîna girtinê ya rojnamevan Firat Can Arslan kir û biryara berdewamiya girtina wî da.
Girtî Fecriye Benek li Girtîgeha Bayburtê tê ragirtin û dema xwişka wê Meryem Benek diçû serdana wê, di rê de qeza kir. Meryem Benek da zanîn ku ev 5 sal in nikarin xwişka xwe bibînin û ji bo xwişka wê sewqî girtîgeheke nêz bê kirin gelek serlêdan kirine lê tevek bêencam mane.
Girtiyê nexweş Saît Turkan ê 30 sal in girtî ye û 7 meh berê emeliyata bypassê bûye berdana wî ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve 6 meh hat taloqkirin.
Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya di lêpirsîna weke hinceta girtina wî ya ji peywirê hatibû nîşandan beraet kir. Lê bi heman hincetê lêpirsîneke nû hate vekirin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr bertek nîşan da û got ku ji bo tayînkirina qeyûm hewl didin hinceteke hiqûqî ava bikin.
Di ser erdhejê re 6 meh derbas bûne, lê hê jî li navçeya Islahiye ya Dîlokê xaniyên xesardîtî nehatine xerakirin. Ev xanî ji bo şêniyên navçeyê bûne cihê xetereyeke mezin.
Hevserokên DMO, ÎMO û ÇMO’yê bal kişandin ser hilweşandina avahiyên xesardîtî ku li gor rêziknameyê nayên xerakirin û destnîşan kirin ku ne şaredarî ne jî Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê di vî warî de xebateke baş nakin.
Serokê Komeleya Hunerê ya Antakyayê Edîp Yeşîl, anî ziman ku pêşangeha bi navê "Em hatin cihekî wiha ku... Navê tu kuçeyê tune ye" a mexdûrên erdhejê, peyama dê jiyan bi awayekî kolektîf bê avakirin dide.
Hanim Kaya, diyar kir ku 2 sal in cenazeyê birayê wê Kasim Kaya yê li Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest daye, radestî wan nehatiye kirin û wiha bertek nîşan da: "Dewlet di ser cenazeyan re siyasetê dike."