Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin

  • rojane
  • 11:34 23 Tebax 2023
  • |
img
SÊRT - Şewata li daristanên Herêma Herekolê derketibû hate vemirandin. 
 
Duh di danê nîvro de li Zoma Karamik a gundê Osiyan a navçeya Berwarî ya Sêrtê şewat derketibû û îro di danê sibehê de hate vemirandin. Hat zanîn ku di encama şewatê de gelek dar bûne xwelî. Hat diyarkirin ku şewat ji hêla cerdevanan ve hatiye derxistin û Midûriyeta Daristanan a Sêrtê jî dereng midaxileyî şewatê kiriye.